Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike 2019-09-17 09:06:17 ENQERE – Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûtûlan ku di nav heyeta HDP'ê ya serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kir de cih girt, bilêv kir ku hemû sazî û dezgeh ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di warê çareserkirina demokratîk de û ji bo yekîtiya neteweyî hemfikir in.    Heyeta HDP'ê di 7-11'ê Îlonê de serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kiribû. Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûtûlan ku di nav heyeta HDP'ê ya serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kir de cih girt, derbarê serdanê de ji bo ajansa me axivî.  Kûrtûlan, anî ziman ku ewilî serdana Rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kirine û got, di warê yekîtiya neteweyî de peywireke girîng dikeve ser milê Barzanî. Kûrtûlan, diyar kir ku wan hem di warê yekîtîiya neteweyî, hem di warê tifaqa kurdan, hem di warê pirsgirêkên kurdên li wir hem jî di warê operasyonên derî sînor de hevdîtin pêk aniye.    JI BO AŞTIYÊ   Kûrtûlan, bi bîr xist ku wan bi Serokê Herêmê Nêçirvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtin pêk anîne û têmaya sereke ya van hevdîtinan yekîtiya neteweî û tifaqa kurdan bûue. Kûrtûlan, bilêv kir ku Nêçirvan û Mesrûr Barzanî jî qîmetê didin çêbûna yekîtiya neteweyî ya kurd û got: "Ji bo pirsgirêka kurd, di warê çareserkirineke demokratîk de em hevfikr bûn. Me xwest li dijî polîtîkayên qeyûman û ji bo çareserkirineke demokratîk û polîtîkayên îmha înkarkirinê vîneke hevpar derkeve holê. Dikarim bibêjim ku hevdîtinên me erênî derbas bûn. Ji bo li herêmê aştî çê bibe me danûstendinek çê kir."    Kûrtûlan, anî ziman ku wan bi Serokomarê Iraqê Berham Salih re jî hevdîtin çê kiriye û got: "Me derbarê temasên me kirine de ew agahdar kirin. Paşê me ragihand ku di pêş de em ê bi awayekî fermî serdana Serkomarê Iraqê bikin."    ‘HERÊM OPERASYONAN NAXWAZE'    Kûrtûlan, anî ziman ku ji xeynî sazî, dezgeh û partiyên siyasî wan hevdîtin bi gel re jî çê kiriye û got, nexasim jî hat gotin parlemento ji ber operasyona derî sînor nerihet e. Kûrtûlan, got: "Li parlementoyê parlementerên Goran û PDK'ê gotin, gelek gund tên bombekirin, mirov mexdûr dibin û koçber dibin. Gotin, armanca operasyonê ew e ku herêmê vala bikin. Xwestin em tiştina bikin."    ‘LI MEXMÛRÊ AMBARGOYEKE MEZIN HEYE'    Kûrtûlan, anî ziman ku ew çûme Kampa Mexmûrê jî û destnîşan kir ku li kampê ambargoyek mezin heye û ji ber vê ambargoyê mirov nikarin bi rihetî tev bigerin. Kûrtûlan, got: "Ev yek jî di rojeva me de bû. Ji bo welidaninê jî xweşikî jin nikarin biçin nexweşxaneyê. Dorpêçkirinek mezin heye. Eziyet li gelê Mexmûrê tê kirin. Me di hevdîtinên xwe d exwest ev dorpêçkirin bi dawî bibe. Ji rêveberiya Barzanî hin kesan got, ew ê lis er vê yekê bisekinin. Her wiha Berhem Salih û hin rayedarên din jî gotin, ew ê li ser vê meseleyê bisekin."    YEKÎTIYA NETEWΠ   Kûrtûlan, bla kişand ser yekîtiya netewî jî û got: "Madem em di vî warî de hevfikr in û dixwazin yekîtî çê bibe nexwe kî astengd iek? Kî naxwaze, ev li dijî berjewendiyên kê ye? nexwe divê ev bê nîqaşkirin. Nîqaşên bi vî rengî çê dibin. Me li wir hevdîtin bi kê re çê kiribe, hemû di warê yekîtiya netewî de hevfikr in. Lê me pirsî çi ma ev yek di partîkê de xwe nade der. Di vî warî de her kes îşaret bi rola Birêz Mesûd Barzanî dike û dibêjin, rola xwe baş bilîze." Kûrtûlan, anî ziman ku fikreke hevpar derketiye holê ku divê destleftiyên kurdan li ser xetekê bên civandin û divê her kes wekî ev destkeftî yên hemû kurdan e tev bigerin.    Kûrtûlan, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî her kes di warê çareserkirineke demokratîk de hevfikr e û got: "Nexasim jî li dijî operasyonên derveyî sînor helwestek heye."    Kûrtûlan, anî ziman ku wê di pêş de jî serdanên wan î ji bo yekîtîiay netewî û tifaqê bidomin. -   MA / Berivan Altan