Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in 2019-09-17 09:05:54 ENQERE – Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, destnîşan kir ku êrîşên li ser pergala hevserokatiyê îdeolojîk in û got: "Dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin. Dibêjin, hûn ê îtaat bikin, neaxivin, lêpirsînê nekin. Lê li hemberî vê jinên ku otorîteyê dileqînin hene û jin pergala vê pêş ve xistine û derfetên xwe peyda kirine."  Piştî qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hatin kirin, di çapemeniya hewzê de berdevkên îktîdarê pergala hevserokatiyê hedef girtin. Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand se rvan hedefgirtina.    ‘HEVSEROKATÎ TEMSÎLIYETA WEKHEVIYÊ ÎFADE DIKE'    Taşdemîr, bal kişand ser pirsgirêkên di warê bawerî, nasnameyî û temsîliyetê de û destnîşan kir ku di pirsgirêka temsîliyetê de herî zêde jin sûdê jê angirin. Taşdemîr, got: "Hîn jî ev pirsgirêk didome. Her çend bi pergala me ya hevserokatiyê di warê îstatîstîkî de zêdebûyînek çê bûbe jî, lê hem di parlementoyê hem jî di siyasetê de beşdarîya jinan kêm e. Li Tirkiyeyê hîn jî şideteke zêde li ser jinê heye. Ev yek ji ber feraseta baviksalarî, ji ber tesmîliyeta siyasî ya muhafazakarî ye. Piştî 1999'an jin hem di pergala parlementerî hem jî di rêveberiyên herêmî de jinan cih girt û ji bo vê bedêlên giran hatin dayîn. Ne pêvajoyeke dirêj e, lê belê dema mirov lê dinere temsîliyeta jina zêde bûye. Di civakê de veguherîn çê bûye ev bi daxilbûna jinê pêk hatiye. Xizmetên bi feraseta jinê tên kirin di warê demokrasiyê de jî bûye cihê guherîneke mezin. Sala 2014'an i bo beşdarbûyîna jina wekî şoreşekê ye. Berê kotaya jinê hebû, lê belê di vê dîrokê de me bi biryareke radîkal di warê temsîliyeta wekhev de gavin avêtin. Hevserokatî bû temsîliyeta wekheviyê. Ev tenê de di rêveberiyên herêmî û şaredaran de, ev melanîzma ji bo hemû mekanîzmayên siyasetê têbor bû."    Taşdemîr, anî ziman ku bi hevserokatiyê re têkoşîna jinê, bi têkoşîna tevgera jinê re bîrbiriya ji bo mekan jî guherî û got: "Piştî vê me jin li serokatiyên daîreyan, li park û kuçeyan, li ser otobêsan dîtin. Yanî rêgeza wekheviyê, rêgeza edaletê ji nû ve hat sêwirandin. Ev yek di pergala serdest a zilam de jî bû cihê veguherînê. Jin bi awayekî cidî temasî jiyanê kirin. Ji bo demokratîkbûyîna civakê, hebûna jina bû cihê guherînên mezin." Taşdemîr, destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê di civakê de bû cihê veguherîneke mezin.    Taşdemîr, anî ziman ku hedefgirtina pergala hevserokatiyê û tayînkirina qeyûman ne meseleyeke hiqûqî ye û got, her du hevserok jî bi dengên gel tên hilbijartin. Taşdemîr, got: "Neaxim niha bi manîpulasyonan, bi îftira û derewan li hemberî hevserokatiyê oeprasyoneke xistine dewrê. Ev derewên mezin bi faşîzmê ve girêdayî ne."    ‘ÊRÎŞÊN LI SER HEVSEROKATIYÊ ÎDEOLOJÎK IN'    Taşdemîr, Serokê Propagandayê Goebbels ê dema Hîtler ku gotibû "derewm be jî eger hûn lis e rhev bêjin wê mirov piştî demekê bawer bikin" bi bîr xist û got, ev yek ji bo AKP'ê jî têbor e. Taşdemîr, got: "Bi vî awayî îktîdara xwe jî lêpirsîn dikin. Vegotineke li ser derew û manîpulasyonan. Yek xespê dike, bêhiqûqîtiyê dike. Li Tirkiyeyê rewşeke derî qanûna bingehîn heye. Ji bo civakê têxin xew li hin argumanan digerin. Siyaseta wekî heyînên nafikirin li civakê ferzz dikin. Hevserokatî ne meseleyeke hiqûqî ye. Li wir tişta jê ditirsin dabeşkirina erkê ye, muhtewaya demokratîk e. Çimkî panîka AKP'ê ya ji bo hevserokatiyê ne hqûqî ye. meseleyeke îdeolojîk e. Taswaseke îdeolojîk e."    Her wiha Taşdemîr, anî ziman ku li hemberî rejîma 17 salan a AKP'ê talûkeya herî mezin pergala "hevseroktiyê ye û got: "Dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin. Dibêjin, hûn ê îtaat bikin, neaxivin, lêpirsînê nekin. Lê li hemberî vê jinên ku otorîteyê dileqînin hene û jin pergala vê pêş ve xistine û derfetên xwe peyda kirine."    ‘HETA QEYÛM NEÇIN EM Ê LI QADAN BIN'    Taşdemîr, destnîşan kir ku li hemberî polîtîkayên qeyûman û şideta li hemberî jinê ew ê tu carî dev ji kuçeyan bernedin û got, wê Meclîsa Jina ya HDP'ê di 20'ê Îlonê de li hev bicive. Taşdemîr, anî ziman ku ew ê di civîna xwe de têkoşîna li hemberî qeyûman û ji bo pêşeroj têkoşîna ku dê bikin nîqaş bikin û got: "Berê me raporek derbarê qeyûman de parve kiribû. Niha em amadekariyên raporek din dikin. Raporên ku em ê amade bikin em ê ji balyozxaneyan re bişînin. Nexasim jî em êrîşên li ser destekftiyên xwe li qada navnetewî bi jinan re nîqaş bikin û di warê dîplomasiyêd e tev bigerin. Em meclîsa jina, li hemberî taciz, tecawiz û qeyûman em ê plansaziya zemîna têkoşîneke hevpar bikin."    MA / Berivan Altan