Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket 2019-09-17 09:03:50 RIHA – Yakûp Yazar ku piştî plakeke guhdar kir û eleqeya wî bi bi tiştên kevnar çê bû, analog û berhemên kevnar ên bêceryan ên li dikana xwe ya "Bajar" nîşan da û got: "Tiştên kevnar, bi tena serê xwe zerya nin."    Yakûp Yazar, piştî plakeke guhdar dike eleqeya wî ya ji bo tiştên kevnar çê dibe û li ser vê li semta Yenîşehîr a navçeya Halîlîye a Rohayê bi navê "Bajar" dikanekê vedike. Yazar, li dikana xwe plakên kevnar, gramafon û amûrên kevnar berhev dike. Li dikana wî qutiyeke mucewheran ku di sala Dinlediği 'an bi destan hatiye çêkirin, gramafon, plak, radyoyên kevn, lempeyên don, fanosên deryayê, hesteyên kevn, saetên kevn, plakên kevirî hene Her wiha li dikana wî plaka Mahmûy Kizil a "Lawikê Metînî" jî heye ku ev plak di sala 1940'î de ji aliyê Şîrketa Plakan a Palanê ve hatiye çêkirin.    Yazar ku karê wî yê sereke sîgortavanî ye, pêşî wekî hobî vî karî dike lê belê paşê eleqeya wî ya ji bo vê zêde dibe. Yazar, got: "Pêşî min plak guhdar kirin. Li ser vê min dest bi berhevkirina pkana kir. Mirov dibêjin tiştên kevnar e nayên bikaranîm, lê ji ber makînebûyînê tiştên destkariyî winda dibin. Mesela li Rihayê kesek nikare gramafoneke kevn tamîr bike. Piştî min dest bi vî karî kir êdî gelek eks tên cem min. Mesela niha di piyaseyê de hew plakên kevirî tên çêkirin. Lê eger em plakên ekvirî yên heyî biparêzin, wê baş bibe."    ‘DÎJÎTALBÛYÎN HUNERÊ TUNE DIKE'    Yazar, bi bîr xist ku herî zêde tiştên kevnare bala xwendekarên zanîngehê dikêşe û got, herî zêde jî gramafonên 90-100 sal berê balê dikişînin. Yazar, anî ziman ku bi dîjîtalbûnê re huner tune dibe û got: "Amûrên kevn bi metalên heqîqî hatine çêkirin û pir saxlem in."    ‘PLAKÊN KURDÎ NEMANE'    Yazar, plaka Mahmût Kizil a bi navê "Lawikê Metînî" ku di sala 1940'î de hatiye çêkirin nîşan da û got: "Ev plak heta niha maye. Mixabin plakên kurdî ji ber zext û zoriyên dewlet nemane." Yazar, destnîşan kir ku divê mirov qîmetê bidin amûrên kevn û wan navêjin û got: "Tiştên li vira hemû dîrok in, divê rêz û hurmeta mirovan ji bo wan hebe."