ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-17 09:00:42 * Yakûp Yazar ku piştî plakeke guhdar kir û eleqeya wî bi bi tiştên kevnar çê bû, analog û berhemên kevnar ên bêceryan ên li dikana xwe ya bi navê "Bajar" nîşan da û got: "Tiştên kevnar, bi tena serê xwe okyanûsek in."  * Li Stenbolê komek ciwan, koma xwendinê ya bi kurdî ava kirin. Endamê komê Hanîfî ronak, got: "Li her qadê divê xwendin û nivîsandina bi kurdî hebe. Divê gelê me qîmetê bide vê yekê û berbelav bike."    * Di çalakiyên şermezarkirina qeyûman de, bi îdiaya du rojan li ser hev "bereksê fermanê tev geriyane" di çarçoveya Qanûna Qebehetan de li 18 kesan bi giştî 11 hezar û 520 lîre cezayê pereyî hat birîn.    * Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, destnîşan kir ku êrîşên li ser pergala hevserokatiyê îdeolojîk in û got: "Dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin. Dibêjin, hûn ê îtaat bikin, neaxivin, lêpirsînê nekin. Lê li hemberî vê jinên ku otorîteyê dileqînin hene û jin pergala vê pêş ve xistine û derfetên xwe peyda kirine."    * Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûtûlan ku di nav heyeta HDP'ê ya serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe kir de cih girt, bilêv kir ku hemû sazî û dezgeh ji bo pirsgirêka kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di warê çareserkirina dmeokratîk de û ji bo yekîtiya neteweyî hevfikr in.    * Nivîskar û rewşenbîrên kurd dê li ber Lîseya Ziya Gokalp a Amedê kom bibin û biçin destekê bidin Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman. (10.30)   * Li Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî tayînkirina qeyûman dê Nobeta Demokrasiyê di roja 30'yemîn de berdewam bike. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê bi dirûşma "Em bi hêvî û wêrek xwe birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3'yemîn Kongreya Asayî ya dê di 3'ê Mijdarê de li dar bixe têkildarî kongreyê civîna çapameniyê li avahiya xwe dê li dar bixe. (11.00)