Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin 2019-09-17 08:40:39 AMED – Wezareta Karên Navxweyî, Qeymeqamê Pasûrê wek qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê hat kirin. Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay duh hatibûn girtin.  Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî, qeyûm tayînî Şaredariya HDP’ê ya Pasûrê hat kirin. Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wek qeyûm hat tayînkirin.    Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay bi îdiaya têkiliya wan bi teqîna Pasûrê ya di 12’ê Îlonê de qewimî heye duh ji aliyê Dadgeha Pasûrê ve hatibûn girtin û şandibûn hefsê.