Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin 2019-09-16 21:33:11   AMED - Li Pasûrê, piştî teqîna çê bû û di teqînê de 7 kes mirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevşaredarên Şaredariya Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û 3 kes hatibûn binçavkirin. Ay û Taş jî di nav de 5 kes hatin girtin.    Piştî teqîna li Pasûr a Amedê ku 7 kes miribûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevşaredar Mehmet fatîh Taş, Midûrê Karên Fenê Şener Aktaş û Hevserokê HDP'a Pasûrê Abîdîn Karaman hatibûn binçavkirin. 4 roj şûnde jî Hevşaredar Fatma Ay û Mehmet Emîn Ay îro hatin binçavkirin.   Piştî îfadeya li dozgeriyê her 5 kes bi daxwaz girtin sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Pasûrê hatin kirin. Dadgeriyê jî her 5 kes girtin.