Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin 2019-09-16 20:53:47   AGIRÎ - Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol ku ji bo tedawîkirinê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê hat kirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe hat veşartin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînî wê hat kirin, ji bo cenaze wesayît neda malbatê.    Serokê BDP'a Agiriyê yê berê Mûstafa Aykol ku di sala 2011'an de bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hatbû girtin û 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn, hefteyek ber ji be rnexweşîna wî ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê hatibû kirin. Aykol, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aykol li Agiriyê hat veşartin.   Her wiha ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo cenaze wesayît neda malbatê. Li ser vê Şaredariay Erdîşê wesayîta cenaze da malbatê.