Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin 2019-09-16 18:31:27   AMED – Li Pasûrê Hevşaredar Fatma Ay hat binçavkirin. Tevî Ay hejmara kesên hatin binçavkirin bû 5. Kesên hatin binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna derbarê teqîna ku 7 kes tê de miribûn de hatine biçavkirin.    Di çarçoveya teqîna li Pasûrê pêk hat de Hevşaredara Şaredariya Pasûrê Fatma Ay jî hat binçavkirin. Ay, piştî îfadeya li emniyetê sewqî Dadgeha Pasûrê hat kirin.   Tevî Ayê hejmara kesên hatine binçavkirin bû 5.    Piştî bûyerê Hevşaredara Mehmet Fatîh Taş, Midûrê Karên fenê Şener Aktaş, Hevserokê HDP'a Pasûrê Abîdîn Karaman û Mehmet Emîn Ay ku hatibûn binçavkirin, dogzeriyê bi dawaza girtin ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Pasûrê kirin.