Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin 2019-09-16 16:57:08 AMED – Parêzerên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê parlamenterê MHP’ê Cemal Engînyurt û “rojnameger” Ersoy Dede û Medîha Olgun jî di nav de 28 kesan giliyê sûc kirin.    Parêzerên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, derbarê parlamenterê MHP’ê Cemal Engînyurt û “rojnameger” Ersoy Dede û Medîha Olgun jî di nav de 28 kesên heqaret li miwekîla wan kirine giliyê sûc kirin. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.    Parêzeran serlêdana giliyê sûc bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin. Parêzeran ragihand ku Leyla Guven siyasetmedarek kurd e ku tê naskirin û li dijî wê kampanya heqaret û lîncê dane destpêkirin. Parêzeran got bi rojane bi rêya medyaya civakî û medyaya din heqaretên giran û zayend perest li miwekîla wan dikin û gefên kuştinê lê tê xwarin. Parêzeran got ew vê yekê qebûl nakin û dê li dijî vê yekêt êkoşîna hiqûqî bidin meşandin.