Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn! 2019-09-16 16:23:10 AMED – Xebatkarên çapemeniya di bin kontrola AKP’ê de bi rojane malbatan li çalakiya rûniştinê sor dikin, bi pehîn û kulman pevçûn.  Li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ku bi beralîkirinê hin malbat çalakiya rûniştinê li dar dixin, bi rojane xebatkarên çapemeniya di bin kontrola AKP’ê de bi nûçeyan û ragihandinê mijarê şor dikin. Xebatkarên medyaya di bin çavdêriya AKP’ê de li ber HDP’ê bi pehîn û kulman pevçûn.    Piştî çalakî hat destpêkirin xebatkarên çapemeniya alîgir li ber HDP’ê kon vedane. Xebatkarên çapemeniyê li ser cih li hev dan. Hin xebatkarên din û kesên li wir nûçegihan û kameravanên li hev dan ji hev veqetand.    Hin “rojnamegerên” li cihê bûyerê ji bo ku nûçegihanê me dîmenên ji aliyê kameraya wî ve hatiye kişandin neweşîne zext li serê kirin.