TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin 2019-09-16 15:56:13   RIHA – Aktivîstên TJA’yê, di çarçoveya kampanyeya “Ji Bo Guhertin û Veguhertinê Tu Jî Rabe Ser Piyan” de Bazara Jinan ziyaret kirin.    Li Navçeya Bêrecûk a Rihayê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Ji Bo Guhertin û Veguhertinê Tu Jî Rabe Ser Piyan” de xebatên xwe berdewam dikin. Parlamentera HP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi aktîvîstên TJA’yê re, Bazara Jinan a li Taxa Sancak a navçeya Bêrecûkê ziyaret kirin.    Aktivîstên TJA’yê li gel jinan sohbet kirin û derbarê kampanyê de jin agahdar kirin.