Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe 2019-09-16 15:07:12   WAN – Parlementerê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul, di Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê de axivî û ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yê dayikên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştine ziyaret kir re got; “Suleyman Soylû, biçe Qendîlê çalakiya rûniştinê li dar bixe. Zarok ne li Amedê ne, li Qendilê ne.”    Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûma di roja 29’an de dewam kir. Çalakî li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Hevşaredar, parlementer, Dayikên Aştiyê, HDP’î, Aktîvîstên TJA, Nûnerên KAYYADER û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Di çalakiya polîsan dorpêç kir de, pankarta “Ne vîna qeyûm, em vîna gel dixwazin” hat vekirin. Parlementerê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev 29 rojin li dijî darbeya qeyûm çalakiyeke demokratîk û meşrû li dar dixin.    'HER ROJA KU DIÇE WELAT TÊK DIÇE’   Bulbul, civîna bilind a sê alî ya Rusya, Îran û Tirkiyeyê bibîr xist û wiha  got: “Serokkomarê Tirkiyeyê ji civînekê derbasî civînek din dibe. Lê di her civînekê de, polîtîka, aborî û siyaseta heyî bêtir têk diçe. Polîtîkayên Îranê, polîtîkayên Rusya, Sûriye, Kurd, jin, aborî, perwerdê û çandiniyê têk çûne. Li cîhanê mînaka vê yekê tuneye. Ger desthilatdareke zarî rêbazên bindestan û mezlûman bike, wê demê ew desthilatdar qediya ye.”    ‘SOYLÛ HAT BER DERIYÊ HDP’Ê’   Bulbul, bal kişand ser serdana Suleyman Soylu ya li Amedê û wiha bang li dikandaran kir: “Hûn jî herin li ber deriyê Suyleyman rûnin. Ji Suleyman re bêjin, ‘Ji bo ku tu herî li ber deriyê HDP’ê rûnî tu ne bûyî wezîr. Ji bo ku tu pirsgirêkan çareser bikî tu bûyî wezîr.’ Suleyman Soylu û cemaeta wî her roj li dijî Kurdan û demokrasiyê sûc dikin. Mirovên mezlûm ên zarokên wan çûne  çiyê bi kar tînin û bi vê yekê sûc dikin. Em ji wan dayikan re dibêjin, li ber deriyê HDP’ê ne rûnin. Bikevin hundir, HDP deriyê çareseriyê ye. Ji ber ku Suleyman Soylu çareserî nabîne û xetimiye, berê xwe daye ber deriyê HDP’ê.”    ‘DERIYEKÊ DEWLETÊ JÎ TUNEYE’   Bulbul, da zanîn ku divê berî her tiştî hesabê cînayetên kiryar nediyar ên 17 hezar kesan bên dayîn û wiha pê de çû: “Em dixwazin hesabê Mehmet Sîncar, Mûsa Anter, Ugur Mumcu û Bahriye Uçok bên dayîn. Ji xwe divê li ber deriyê we hemû Tirkiye rûne. Lê deriyekê we jî li holê tuneye. Bi rastî jî Suleyman Soylu tu pir bêwesfî. Suleyman Soylu, cemaeta xwe jî bigire û herê li Qendîlê çalakiya rûniştinê li dar bixe. Zarok ne li Amedê, li Qendîlê ne. Bi rêveberiya we êdî siyaset nayê kirin. Dema ku tu bi Fethullah Gulen re bûyî, te davêt AKP’ê. Niha jî tu bi AKP’ê re hewl didî, li me bixî. Navê vê siyasêtê dek û dolap û sextekariye. ”   Piştî daxuyaniyê dirûşme hatin berz kirin ûçalakî bi gotina stranan bi dawî bû.