Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2019-09-16 14:29:54 STENBOL – Malbatên xwendekarên Dibistana Hêza Hewayî ku girtî ne bi daxwaza edaletê li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Stenbolê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Malbatên xwendekarên Dibistana Hêza Hewayî yên di hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatin girtin bi daxwaza edaletê li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Stenbolê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbat ji Stenbol, Kayserî û Denîzliyê li ber AKP’ê kom bûn û diyar kirin ku heta ew encamê bistînin dê çalakiya xwe dewam bikin.   POLÎS ROJNAMEGERAN ASTENG KIR    Polîsan li ber avahiya AKP’ê tedbîr girtin û nehiştin malbat biçin ber avahiyê. Li ser vê yekê malbatan li pişt bariyerên hatin danîn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan kişandin dîmen û wêneyan a rojnamegeran asteng kirin û ji cihê çalakiyê dûr kirin.    MALBATAN DI MEDYA CIVAKÎ DE RAGIHAND    Hin malbatên li ser medya civakî video parve kirin û daxwaza xwe wiha anîn ziman: “Me hesin avêt vir, heta edalet were em li vir in. Bila Serokkomar dengê me bibîhîze. Tu sûcê zarokên me nîne.”    ‘EM Ê ÇALAKIYA XWE DEWAM BIKIN’    Ayten Guleşçî a 47 salî ku ji Denîzliyê çû Stenbolê got lawê wê Yasîn Guleşçî ê 25 salî 4 sal in girtiye û li benda edaletê ye. Guleşçî da zanîn ku cezayê muebetê li kurê wê birîne û got: “Dayik li vir kom bûn û ez jî hatim vir. Sibê hevdîtina lawê min e. Ev 4 sal in ez diçim û têm. Ez tenê kurê xwe dixwazim. Bêyî tu cudahî bê kirin divê tevbigerin. Em dixwazin zarokên me bigihîjîn azadiya xwe. Heta em bi rayedaran re hevdîtin bikin em ê çalakiya xwe bidomînin.”    ‘EM ZAROKÊN XWE JI DEWLETÊ DIXWAZIN’    Fatma Okka (43) jî anî ziman ku kurê wê Burhan Okka (24) 3 sal in girtî ne û got: “Ev 3 sal in cihek me serî lê nedaye nema. Me ji her kesî re ragihand lê kesî dengê me nebihîst. Tu sûcê zarokên me nîne. Mala me, gundê me û malbata me û her tiştê me lêkolîn kirin.” Okka da zanîn ku her kes malbatên li Amedê destek dike û wiha got: “Em jî dayik in. Ferq û meyla dayikan dikin. Me jî wek her dayikê zarokên xwe da dewletê. Xwedîgiravê saziya herî bibawer a eskeriyê. Ji bo vê yekê em zarokên xwe ji dewletê dixwazin.”