Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin 2017-11-28 15:23:48 ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolanê Yukselê di roja 385’an de berdewam kir û di çalakiyê de polîsan 3 kes bi erdê re kaş kirin û kirin binçavan.   Çalakiya greva birçîbûna akademîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ku bi biryara KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 265’an û çalakiya kedkarên cemawerî ya “Em karê xwe başve dixwazin” jî di roja 385’an de berdewam kir. Polîsan mudaxileyê çalakvanan kirin û 3 kes bi erdê re kaş kirin û kirin binçavan.