Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan 2019-09-16 13:32:14   AMED – Li Pasûrê têkildarî “lêpirsîna” ji bo teqînê hat destpêkirin, Mehmet Emîn Ay ê namzetiya wî ji aliyê YSK’ê ve hatibû redkirin hat binçavkirin. Bi Ay re hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan.    Li ser rêya navçeya Pasûrê ya Amedê di 12’ê Îlonê de li dijî wesayîtek teqîn pêk hatibû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. “Lêpirsîna” têkildarî teqînê hat destpêkirin didome. Mehmet Emîn Ay ê namzetiya Hevşaredariya Pasûrê ya HDP’ê hatibû red kirin ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin.    Eskeran bi ser mala Ay a li Pasûrê ve girtin û ew binçavkirin birin Miduriyet Polîsan a Pasûrê.    Bi Ay re hejmara binçavkiriyên li Pasûrê derket 4 kesan.    Rojek piştî bûyerê Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Pasûrê Abidîn Karaman û Midurê Karên Fenê ya Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş jî hatibûn binçavkirin û ev 4 roj in di binçavan de tên ragirtin.