Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin 2019-09-16 13:19:27 ENQERE – Cemal Yildirim ê bi KHK’ê hatibû îxrackirin, li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqereyê xwest çalakiya ji bo vegere karê pêk bînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Endamê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Cemal Yildirim ê bi Biryarnemya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin her roj li Kolana Sakarya ya Enqereyê bi daxwaza vegere karê xwe çalakiya rûniştinê li dar dixist. Yildirim îro çalakiya xwe bir ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqereyê.    Yildirim ê çû ber avahiya AKP’ê ji aliyê polîsan ve bi hênceta “Qedexeya Walîtiyê ragihandiye heye” hat astengkirin. Yildirim bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ew dixwaze mafê xwe yê destûra bingehîn bikar bîne û got: “Li Amedê, Edeneyê û Stenbolê çalakiyên bi vî rengî pêk tên. Tişta hûn dikin bêhiqûqî ye. Hûn vê yekê bi fermanê dikin. Lê hûn jî ji min başti dizanin ku ev mafê min ê herî qanûnî ye.”    Yildirim xwest pankarta li gel xwe anîbû veke, lê polîsan bêser û çav wî binçav kir. Yildirim di kêliya hat binçavkirin de dirûşm berz kir.