Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye 2019-09-16 13:12:30 ENQERE - Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî yê ji bo civîna bilind a sê alî hat Tirkiyeyê, ji bo bi Erdogan re hevdîtin bike, derbasî Qesra Çankayayê bû.     Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo civîna bilind a sê alî ya li ser rojeva Sûriyeyê li Enqerê bê lidar xistin, hat Tirkiyeyê. Rûhanî ji bo bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin bike derbasî Qesra Çankaya bû. Erdogan piştî hevdîtina Rûhanî, wê di saet 13.00’an de bi Serok Dewletê Rusya Vlademîr Pûtîn re li hev bicivîn.    Piştî hevdîtinên du alî, civîna bilind a sê alî wê saet 15.30’an bê lidarxistin.