Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe 2019-09-16 12:58:00 NAVENDA NÛÇEYAN  - Garantorên Astanayê li Tirkiyeyê ne û li ser maseya Îdlib heye. Dê Rûsya û Îran ji bo derxistinê ji xaka Sûriyeyê zorê bidin Tirkiyeyê û Tirkiye jî li ser navê rejîmê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonê bîne ziman. Hevdîtinên ku bi garantoriya aştiyê ya Rûsya, Tirkiye û Îranê li paytexta Kazakistan Astanayê dest pê kirin, dê îro bi rojeva Îdlibê ku bi awayekî fîîlî şer lê didome, li Enqereyê berdewam bikin. Di 6'emîn hevdîtina Astanayê de ku  di 18'ê Îlona 2017'an de hatibû lidarxistin de biryar hatibû girtin ku ji Rûsya, Tirkiye û Îranê 500 çavdêr li Îdlibê bên bicihkirin. Her çiqas biryar hatibû dayîn ku Tirkiye li Îdlibê 12 noqteyên çavdêriyê ava bike û komên girêdayî El Qaîde û El Nûsrayê bi qasî 20 kîlometreyî ji rêya di navbera Helep û Lazkiyeyê de dûr bixe jî berovajiyê vê yekê Tirkiye piştgiriya xwe ya lojîstîk a ji bo komên radîkal domand.     Li gel ku Rûsya û Rejîma Sûriyeyê, gelek caran Tirkiyeyê ji bo pêkanîna peywira ku li Astanayê girtibû ser xwe pêk bîne, hişyar kirin jî Tirkiye ji ya xwe şaş nebû. Li ser vê yekê Rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li dijî Îdlibê operasyon da destpêkirin û li derdora rêya di navbera Helep û Lazkiyeyê de bi navê nû Heyet Tahrîr El Şamê (El Nusra) kir hedef. Di demeke kurt Han Şeyhûn ku weke deriyê vedibe Îdlibê tê binavkirin ji hêla Rejîma Sûriyeyê ve hat kontrolkirin û leşkerên Tirkiyeyê yên li 9'emîn noqteya çavdêriyê hatin dorpêçkirin.     Li hemberî vê operasyonê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan serî li Serokdewletê Rûsya Vlademîr Pûtîn da û ewlehiya derketina leşkerên tirk jê girt.    Kontrolkirina komên radîkal a li ser a li ser Îdlibê bi destê Tirkiyeyê ku di 22'ê Kanûna 2016'an de Helebê radestî Rejîma Sûriyeyê kir hat xutkirin. Endamên El Nûsrayê yên li Helebê û bejahiya wê di berdêla dagirkirina Efrînê de bi otobusan birin Îdlibê. Beriya derxistina van komên selefî, Rûsyayê di 24'ê Kanûnê 2016'an de çavên xwe ji operasyona "Mertalê Firatê" ya Tirkiyeyê ku ya li ser Cerablûs, Ezaz, Babê çavên xwe girt û çareserkirina pirsgirêka Îdlibê li demê berbelav kir. Bi vê yekê bi erêkirina Amerîkayê Tirkiye tevlî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû û bi awayekî bêkontrol dest bi tevgerandina xwe ya bi Rûsyayê re kir.    Ji ber ku wê demê Rejîma Sûriyeyê li bejahiya Dêra Zor û Reqqayê operasyonan dimeşand nikaribû Îdlibê bike rojeva xwe. Tirkiye jî ji vê yekê sûd werdigirt. Li qada Sûriyeyê ku bi awayekî hûrgilî hesab têne kirin, Tirkiyeyê qet destkeftiyên kurdan ji rojeva xwe dernexist û di lêgerîna pêkanîna şertên Astanayê de Efrînê girt rojeva xwe. Rûsya ji bo kurdan ku kontrolkirina Rejîma Sûriyeyê qebûl nekirin, helwesta êrîşkar a Tirkiyeyê bi kar anîn û rê da ku Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de di bin navê "Çiqlê Zeytûnê" de li dijî Efrînê operasyona li dar xist. Her çiqas tavîzên Tirkiyeyê yên ku ji bo Efrîn da Rûsyayê di rojevê de bin jî Tirkiye li Efrînê qad ji komên girêdayî El Nûsrayê re vekir. Binpêkirinên mafê mirovan ên ku li Efrînê pêk tên, herî dawî li Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû rojev.    Dê rojeva civîna bilind a Enqereyê jî dê Îdlibê be.Her çiqas tê gotin ku dê ji bo derketina ji Îdlibê dem ji Tirkiyeyê re bê diyarkirin jî dê Tirkiye pergala ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine bîne rojevê. Lewre Tirkiye di serî de komên radîkal bi hezaran sûriyeyiyan li Tirkiyeyê naxwaze. Ji ber vê yekê herêmeke (ji vê herêmê re dibêjê herêma ewle) di bin kontrola xwe dixwaze. Rûsya dixwaze Îranê jî bi demê re ji derxistina Sûriyeyê qanîh bike. Her çiqas li gorî hesabê Rejîma Sûriyeyê be jî Rûsya li qada ku Amerîka polîtîka li dimeşîne, dê piştgiriyê nede Tirkiyeyê.    Wek encam, li ser meseyê dê rûs zora derketinê li Îran û Tirkiyeyê bikin û Tirkiye jî li ser navê Rejîma Sûriyeyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin rojevê.    MA / Nazim Daştan