Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî 2019-09-16 10:43:11 ENQERE - TUÎK’ê aşkere kir ku di meha Hezîranê de bêkarî ji sedî 13 zêde bû. Bi vî awayî hejmara bêkariya li Tirkiyeyê gehişt 4 mîlyon û 253 hezar kesî.   Li gorî danayên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUIK), di hema Hezîranê de, bêkarî ji sedî 13 zêde bûye. Li gorî heman meha sala derbas bûyî, 938 hezar kes bê kar man û bi vî awayî hejmara kesên bêkar mane gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî.    Bêkartiya di navbera salên 15-24’an de 5,4 ji sedî zêde bû û bûye 24,8 ji sedî. Rêjeya bêkariyê ya di 15-64 saliyan jî bûye 13,3 ji sedî. Kesên ku bê ewlehiya civakî dixebitin jî rêjeya wan bûye 35,2 ji sedî.