Qeyûm hat xebat sekinî 2019-09-16 09:00:46 MÊRDÎN - Piştî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, xebata rê û binesaziyê ku li taxa Xelîla ya navçeya Kerboranê hatibû destpêkirin, hat rawestandin. Niştecihên taxê ji bo ku biçin malê xwe neçarin ku kavil û keviran derbas bike.   Xebata rê û binesaziyê ku di dawiya meha tîrmehê de li taxa Xelîla ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji aliyê Daîreya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê vê hatibû destpêkirin ku 6 hezar nifûsa wê heye, piştî tayînkirina qeyûm a di 19'ê Tebaxê de hat rawestandin. Makîneyên kar û karker ji taxê hatine kişandin, tenê kavil û kevir li taxê mane. Niştecihên taxê ji bo ku biçin malê xwe neçarin ku kavil û keviran derbas bike. Ji ber ku xebat nîvcû maye avên kêzînê li derdorê belav dibin. Niştecihên taxê ku neçarî bêhna genî hatine hiştin, dixwazin xebata hatiye rawestandin careke din dest pê bike.    'WESAYÎT DERBAS NABE'   Nişteciha taxê Leyla Akkûrt bertek nîşanî rewşê da û wiha axivî: "Em perîşan bûn. Ji ber ku ji keviran dikevin, her derê laşê zarokên me bûne birîn. Bêhna kêzînê ji her derê tê û mirov nikarin ji bêhnê derkevin derve. Kûçe ketine rewşeke wisa ku ne wesayît ne jî mirov dikarin di wan re derbas bibin. Neheqî li me tê kirin. Em dixwazin ku rêya me çêbikin. Beriya tayînkirina qeyûm xebat bi lez û bez didomiya. Wê Ahmet başqan rêya me çêbikira lê qeyûm nîvcû hişt û çû. Rêya berê ji vê rewşê çêtir bû."    Akkûr di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber ku rêya wan girtî ye, rêya sereke bi kar tînin û ev tişt anîn ziman: "Di nav hefteyê de dema ku kurê min çû dibistanê, derket ser rêya sereke û hindik ma ku wesayîtek li biqelibe. Heke qeza çêbibe û xesar bigihîje kurê min dê hesabê vê yekê kî bide."