Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin 2017-11-28 15:06:45 STENBOL - Doza Alî Riza Ozpolat ku hevjîna xwe Halîde Ozpolat kuşt, bi hinceta Rapora Tipa Edlî ya bersûc ne amade ye, hat talopkirin.  10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, der barê Alî Riza Ozpolat ê hevjîna xwe Halîde Ozpolat kuşt doz vekir. 12’emîn danişîn dozê hat dîtin. Bersûc Alî Riza Ozpolat ê girtî, parêzerên wî  û zarokên Halîde Ozpolat di danişînê de amade bûn.    Heyeta dadgehê bi tespîtkirina nasnameyan dest bi danişînê kirin. Dadgehê, diyar kir ku wan Rapora ji Saziya Tipa Edlî ya xwestin hîna nehatiye. Dadgehê bi vê hincetê doz taloqî 26’ê Kanûnê kir.