Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin 2019-09-16 09:00:43 STENBOL - Karkerên Carqillê ku ji ber endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê ne, ji kar hatine derxistin, 517 rojên çalakiya xwe didomînin. Karkeran diyar kirin ku ew pere naxwazin tenê karê xwe dixwazin. 14 karkerên Kargeha Cargillê ya li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê, ji ber ku bûn endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê kar hatin derxistin, ji bo bi destxistina mafê xwe çalakiyên xwe didomînin. Karkerên ku 517 roj in ji kar hatine derxistin, 25 roj in çalakiya derbasî ber derê Navenda Giştî ya Cargill'ê ya li Palladîûm Towerê ya Ataşehîrê. Karker diyar kir ku dê heta mafê xwe bigirin têkoşîna xwe berdewam bikin.    'EM Ê JI BÊHIQÛQIYÊ RE BIBÊJIN BES'    Karker Ogûz Çomen 6 sal berê li Carqillê dest bi kar kir û niha ji kar hatiye derxistin, diyar kir ku 6 sal berê serkarê wan timik ji wan re gotine ku ew malbatek in hewca nake kesên sêyemîn bikin nav xwe û wiha got: "Bi vê yekê mafê me nedidan me. Ji ber ku em bûn endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê me 14 kesan ji kar derxistin. Piştî ji karderxistinê em hatin gel hev, me biryara çalakiyê da û di 18'ê Nîsana 2018'an de dest bi çalakiyê kir. Ji ew roj heta îro em li ber xwe didin. Li gel ku dadgehê ji bo me biryar da jî Cargillê vê biryarê pêknanî. Hê jî me negirtine kar. Me jî biryara dadgehê girt û hatin ber Navenda Giştî ya Cargill'ê ya li Palladîûm Towerê. Em 24 saetan li vir dimînin. Baran dibare, hewa dicemide, lê em li dû nanê xwe ne. Têkoşîneke me ya bi rûmet û pîroz heye. Heta ku em mafê xwe bigirin bi cihekî ve naçin. Em dixwazin li ser navê karkeran çîrokeke serkeftî binivisînin."   'EM MAFÊ XWE DIXWAZIN'   Karker Yucel Ozkan jî diyar kir ku ji ber ku bûne endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê ji kar hatine avêtin û ev tişt anî ziman: "Me bi hevalên xwe re biryara berxwedanê da. Destpêkê min nizanibû berxwedan çî ye. Li gel ku dadgehê ji bo me biryar daye jî Cargill me nagire kar. Em daxwaza pereyan nakin daxwaza karê xwe dikin. Her wiha em daxwaza mafê xwe yê birêxistinbûn û sendîkayê jî dikin. Em dixwazin ku qanûn pêk bên."    'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'   Karker Ozgur Yîgît jî destnîşan kir ku ji ber ku wan weke koleyan dane xebitandin bûne endamê Sendîkaya Tek Gida-Îş'ê û wiha axivî: "Ez ji malê diçûm kar û ji kar jî diçûm malê. Tu aktîvîteyeke min tunebû. Mûçeyê me gelek kêm bû. Dema ku li ser vê mijarê bi karsaz re axivîm, karsaz ji min re got ku tiştekî bikin tuneye û bi hezaran kes li derve ji bo ku bikevin şûna min hene. Ev pergala koletiyê nikaribû wiha bidomiya. Me jî biryar da ku bibin endamê sendîkayê. Ji ber ku em bûn endamê sendîkayê ji kar hatin avêtin û niha li ber xwe didin. 25 roj in em di çalakiyê de ne. Em ji malbatên xwe dûr in lê di dil de gelekî nêzî hev in. Em ê heta dawiyê têbikoşin."     BAGA PIŞTEVANIYÊ LI KARKERAN KIR   Karker Sûat Karlikaya jî anî ziman ku li ge biryara dadgehê jî negirtina wan a kar a Kargeha Cargillê sûcekî Makeqanûnî ye û wiha got: "Cargill dixwaze vî karî dirêj bike û berbelavî pêvajoyê bik. Ji bo vê yekê biryara dadgehê temyîz kir û bir îstinafê. Em têkoşîna xwe ji bo ewlehiya xwe ya kar û paşeroja xwe didin. Em tenê 14 karker têkoşîn didin. Ev têkoşîna çîna karkeran e. Em bang dikin ku çîna ked û karkeran piştevaniya me bike."