Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn 2019-09-16 09:00:41 STENBOL - Dadgerê berê yê DMME'yê Riza Turmen diyar kir ku ji bo demokratîkbûna rejîma Tirkiyeya pêwîstî bi têkoşînê heye û got: "Ev têkoşîn divê bi hev re bê dayîn."  Ji ber şert û mercên ku Tirkiye tê re derbas dibe, nîqaşên têkoşîna ji bo demokrasiyê tên kirin. Di vê pêvajoya ku ev nîqaş tên kirin de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin. Dadgerê Berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen hewaya siyasî ya niha ya Tirkiyeyê nirxand û diyar kir ku divê ji bo peymana civakî û demokrasiyê yekîtî bê avakirin.    'BINGEHA DEMOKRASIYÊ HEJIYA'   Turmen diyar kir ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê neheqiye û wiha got: "En pirsgirêke her 3 şaredaran e. Pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Ji ber vê tayînkirinê bingeha demokrasiyê li tevahiya Tirkiyeyê hejiya û zesar dît. Ji ber tayînkirina van her sê şaredariyan mirovan van her sê bajaran bê nûner mane. Dengê mirovên li van bajaran bi tayînkirina qeyûman vala hatiye derxistin. Qeyûm nûnertiya dewletê dikin. nûnertiya gel ji peywirê digirin û nunertiya dewletê tînin. Ev ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye. Demokrasiya Tirkiyeyê ji ber vê pêkanînê derbeke giran xwariye. Ji ber vê yekê divê mirov hemû hêzên demokrasiyê seferber bike. Divê ev yek neyê jibîrkirin. Divê ev têkoşîn bi awayekî demdirêj bê berdewam bike."    'EM LI DORA PARÊN HEVPAR BÊN CEM HEV'   Turmen diyar kir ku ji bo demokratîkbûna rejîma Tirkiyeya pêwîstî bi têkoşînê heye û bi van gotinan bal kişand ser dayîna têkoşînê ya ji bo vê yekê: "Ji bo qazançkirina demokrasiyê divê ku peyamaneke nû ya civakî bê çêkirin. Ji bo peymanê jî pêwistî bi yekitiya hêzan heye. Divê herkes nasname û bîrdoziya xwe deyne aliyekî û li dora para hevpar bê gel hev. Têkoşîna ku bê dayîn divê hevbeş be. Tu sazî û partiyeke siyasî nikare bi tena serê xwe vê têkoşînê bide. Hêzên ku dixwazên tevlî vê têkoşînê bibin, divê bên gel hev û rêxistinbûneke berwarî ava bikin."   'PÊWISTÎ BI SIYASETEKE HEVPAR HEYE'   Di berdewamê de Turmen destnîşan kir ku herkesê ku li aliyê demokrasiyê divê di nav yekitiyê de keda demokrasiyê bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tevgereke ku hemû nasnameyan bihewîne nav xwe pêwîst e. Hilbijartina Îmamoglû encama feraseteke wiha bû. Li şûna zimanekî tund û dijber, pêwistî bi siyaset û feraseteke lihevhêner heye. Em hewl didin peymaneke wiha civakî çêbikin. Tişta ku lihevhênerê bibe serî ziman e. Li Tirkiyeyê deriyê ku li demokrasiyê vedibe demokrasiya herêmî ye. Ji bo vê yekê divê hemû şaredarî bên vekolînkirin û xebatên ku bên kirin bê tespîrkirin. Divê ji bo vê yekê di navbera hemû herêman de têkilî bê danîn."