3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin 2017-11-28 15:02:02   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 8 parêzerên di operasyona 3’yê Cotmehê de hatin binçavkirin 3 ji wan di danişîna destpêkê de  beraet kirin.      Li Mêrsînê ji 8 parêzerên di operasyona 3’yê Cotmehê de hatin binçavkirin, parêzer Bedrî Kuran, Sebahat Gençtarîh û Mehmet Altuntaş di danişîna destpêkê ya doza bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirin” hat vekirin de beraet kirin. Doz li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin.  Parêzer di saetên cûda yên ji bo wan hatin dayîn beşdarî danişînê bûn. Parêzerên berevan jî beşdarî danişînê bûn.     ‘ÎDÎANEME DI ÇARÇOVEYA SEDEMÊN SIYASÎ DE HAT AMADEKIRIN’   Parêzer Bedrî Kuran destpêkê derket pêşberî dadgehê û piştî tespîta nasnameyê parastin kir. Kuran diyar kir ku îdîanameya  derbawrê wan de hatî amadekirin,  bêagahî, bêtecrûbetî û di çarçoveya sedemên siyasî de hatiye amade kirin. Kuran, da zanîn ku dîroka bûyera mîna sûc hatî diyarkirin, wê demê berendamê Hevşaredariya Bajarê Mezin a HDP’a Mêrsînbûn û wiha got: “Di standa kampanyeya îmzeyan a ji bo Birêz Ocalan hatî destpêririn de tu bûyerên provokatîf derneketin holê. Ji xwe ji bo vê yekê me hevdîtin bi hêzên ewlekariyê kir û di wê çarçoveyê  de me cihê standa xwe guhert. Tu bûyer jî derneketin holê.” Kuran, piştî parastin kir, beraeta xwe xwest.     ‘GER HEBE EZÊ DÎSAN BEŞDAR BIBIM'   Piştre Parêzer Sebahat Gençtarîh parastin kir û hemû sûcdariyên li ser xwe red kirin. Gençtarîh, diyar kir ku di qanûnan de tevlî merasîmên cenazeyan bûyîn ne sûce û wiha got: “Di heman demê de komeleya ez endamê wê me dij qanûnî tiştek nekiriye. Ez tevli daxuyaniya ji bo Kobanê hat dayîn bûm. Ger carek din çêbe ezê dîsan tevlî bibim. Ji ber ku li wir zilmek hebû û ez li dijî wê zilmê beşdarî daxuyaniyê bûm.”    ‘MIN GILIYÊ XEBATKARÊN DADGEHÊ KIRIN’    Herî dawî Parêzer Mehmet Altuntaş jî têkildarî cenazeyê Yusuf Çigli yê YPG’î ku di îdîanameyê de cih girt wiha axivî: “Ez beşdarî cenaze bûm. Ger ji bo vê yekê têm darizandin, wê demê divê dareyedarên dewleta Tirk yên wê demê bi Serokê PYD’ê Salîh Muslum re hevdîtin kirin jî bên darizandin. Di sala 2014’an de beşdarî daxuyaniya ji bo azadiya Ocalan hat lidarxistin, bûm.  Ez vê di çarçoveya nêrîna azad de digirim dest.”    3 PARÊZERAN BERAET KIRIN    Dûre parêzeran gotin ew beşdarî axatinên muwekîlên xwe dibin û beraeta wan daxwaz kirin. Heyeta dadgehê jî der barê Kuran Gençtarîh û Altuntaş de bi qenaete sûcên hatin îdîakirin ne rastin, biryara beraetê da.