Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin 2017-11-28 14:53:25 ENQERE - 12'emîn Doza JÎTEM'ê ya Qoserê hat dîtin, parêzerê dozê Tahîr Elçî hat bibîranîn. Parêzerên muştekî gotin ku "Em jî wekî Tahîr Elçî tenê derdekî me heye. Divê faîlên van kuştinan bên dîtin û cezakirin." Di navbera salên 1992-96'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 22 mirov hatin kuştin û doza der barê vê hovîtiyê de, raya giştî wekî "Doza JÎTEM'ê ya Qoserê" pênase kir. 12'emîn rûniştina dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatin dîtin. Bersûcê bi navê Mehmet Salih Kiliçaslan ê ji dozeke din girtî bû, ji Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Bersûcên din tev li dozê nebûn, hin bersûn û parêzerên wan û parêzerên kesên mexdûr beşdarî dozê bûn.   ‘LI SER NAVÊ JÎTEM'Ê NIVÎS NIVÎSÎNE’   Parêzerê muştekî Erdal Kuzu beyan da nîşan û da zanîn ku pêvajoya ku doz hatiye lê sekiniye, tenê teşkîla aliyan tê kirin û ev tişt got: "Ji bo lêpirsîn bê kûrkirin tu xebat nehatiye kirin. Di îdianameyê de tê gotin ku 30-40 rûpel li ser navê JÎTEM'ê xebatên rêxistina terorê hatine kirin. Ji bo her kuştinekî em di rûniştinê de 10 deqeyan veqetînin, em ê negihêjin heqîqetê. Nivîs li ser navê JÎTEM'ê hatine kirin, heke ev nivîs bên nivîsandin, divê di binê wan de îmzeyên serbazên leşkerî hebe."   ‘DIVÊ DOSYA BIBIN YEK’   Kuzu diyar kir ku dixwazin Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê tê dîtin û Doza JÎTEM'ê ya Qoserê bibe yek, ji ber dadgehê ev daxwaz red kir, Kuzu bertek da nîşan û wiha got: "Mexdûr ji heman bîrê derketin. Kesên di salên 90'î de hatin kuştin, cenazeyê 5 kesan ji heman bîra li gundê Tizerinê derketin. Ji van cenazeyan 3 li dadgeha we, 2 ji li Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê hat zêdekirin. Xwe gihandina heqîqetê bi hev ve kirina dosyayan ve girêdayî ye. Li Semsûrê biryar hat dayîn û biryar şandin Dadgeha Bilind. Em dixwazin li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin."   Kuzu destnîşan kir ku divê dadgeh nivîsan ji saziyên wekî Serfermandariya Giştî û TBMM'ê re bişîne û xwest nivîsên ku nehatine nivîsandin, bên nivîsandin.   ‘SEROKÊ DADGEHÊ NAVÊ BI KURDÎ NEGOT’   Serokê dadgehê beyanên parêzer derbasî qeydê dikir, navê gund ê bi tirkî "Aysun" anî ziman, lê navê "Tilzerin" ê bi kurdî neanî ziman û ji katib re got ku "Navê ku parêzer Şehmus gotiye yê Aysun qeyd bike."   TAHÎR ELÇÎ DI RÛNIŞTINÊ DE HAT BIBÎRANÎN   Kuzu bi bîr xist ku îsal 2'yemîn salvegera qetilkirina Tahîr Elçî ye û ev tişt got: "Ew mirovekî hiqûqê yê bi kuştinên faîlên wan ne diyar re tê dikoşiya. Bi kuştineke 'faîlê wê ne diyar' jiyana xwe ji dest da. Em jî wekî Tahîr Elçî tenê derdekî me heye, divê em faîlên van kuştinan bibînin û wan bidin cezakirin."    SEROKÊ DADGEHÊ: BIÇIN GILIYÊN XWE BIKIN   Piştî beyanên Kuzu yên der barê Elçî de, serokên dadgehê nexwest van axaftinan derbasî qeydê bike û ev tişt anî ziman: "Ez derbasî girtekan nakim. Tu gelekî dixwazî biçe derve bide çapemeniyê." Parêzer nexwes di vê navberê de biaxive û piştî axaftina parêzer muştekî Senem Doganoglu jî qut kir û wiha got: "Ez derbasî qeydê nikim biçîn hûn giliyên xwe kî dikin bikin." Parêzeran bertek nîşanî helwesta serokê dadgehê da.   ‘DAXWAZ HATIN REDKIRIN’   Parêzerên bersûc, aşkera kir ku li benda biryara Dadgeha Bilind mayî bê wate ye û xwestin daxwaza aliyên din bên redkirin. Dozger di mutaleya xwe de got ku "Di vê rewşê de daxwazeke me nîne." Piştî navberê heyeta dadgehê daxwaza parêzerên muştekî red kir û doz taloqî 5'ê Sibata 2018'an kir.