Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin 2017-11-28 14:45:15   AMED – Hevseroka HDP’a Erxenê Hacer Karaoglan bi hinceta cezayê lê hatiye birîn teqez bûye hat girtin.    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erxenê Hacer Karaoglan bi hinceta cezayê wê yê 3 sal û mehek û 15 roj hatiye teqezkirin hat girtin. Karaoglan li navenda Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan a Amedê wê birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.    Hat zanîn ku Karaoglan ji 2015’an ve bi 28 kesan re ji doza dihat darizandin 3 sal, mehek û 15 roj ceza lê hatiye birîn û piştî ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat êrêkirin hatiye girtin.