Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da 2019-09-14 13:03:31   MÊRDÎN – Li Herêma Omeryan a Mêrdînê di 7’ê îlonê de cerdevan Abdullatîf Ekmen ê di pevçûnê de birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li Herêma Omeryan a di navbera navçeyên Mehsert û Nisêbînê yên Mêrdînê de 7’ê îlonê pevçûn qewimî. Cerdevan Abdullatîf Ekmen di pevçûnê de birîndar bibû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat dermankirin. Hat ragihandin Ekmen ê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.