Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû 2019-09-14 10:10:10   MÊRDÎN – Eskeran gundiyên herêma Omeryan duh li Qereqola Mehsertê kom kirin û 2 saet di bin tavê de hiştin, heqaret li wan hat kirin û li wan dan. Welatiyan got: “Mîna wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin.”    Li gundên herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de 7’ê îlonê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di navbera tîmên taybet-cerdevan û endam3en HPG’ê de pevçûn derketibû. Midurê tîmên taybet ê Mêrdînê Tufan Kansuva û cerdavenek hatibûn kuştin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku di 10’ê îlonê de 3 endamên HPG’ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Qedexe li gundên Cînata Muho, Cînata Hiso yên Nisêbînê û li gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê hatibû îlankirin.    Di 10’ê îlonê de qedexe hat rakirin. Li herêmê hêj tevgera eskerî didome. Li gel van hemû qewimandina jî di 12’ê îlonê de ji Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Mehsertê bi telefonê li keyayên 15 gundan geriyan.    DU SAET DI GERMÊ DE HEQARET LI WAN KIR    Qereqolê ji keyayan xwest di 13’ê îlonê de bi malbatên xizmên wan di hefsan de, yên zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û yên zarokên wan hêj di PKK’ê de ne biçin qereqolê. Navê malbatên dê biçin qereqolê yek bi yek hatibûn rêzkirin. Gundî bi metirsiya dê esker bi ser malên wan de bigirin çûn qereqolê. Ji 15 gundan nêzî 70 kesî çûn û eskeran wan li hewşa qereqolê kom kir. Welatiyan da zanîn ku nêzî 2 saetan li ber tavê hatine hiştin û eskerean heqaret li wan kiriye û li wan dane.    ‘EW MABÛ ME TAZÎ NEKIRIN’    Gundiyan anî ziman ku di nav de kesên extiyar jî hebûn li ser pêya hiştin û Midurê Emniyeta Mehsertê û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Mehsertê Kamîl Aksoy jî di nav de heqaretên giran li wan kirin. Gundiyan got bi taybetî fermendarê cendirmeyan Kamîl Aksoy çêrên zayendperest li wna kiriye û gotinên giran li wan kiriye. Gundiyan diyar kir ku ciwanek bertek nîşanî heqaretan da eskeran lêda û gotin: “Pişt re wî birin hundir. Li wir çi lê kirin em nizanin. Pişt re 5 kesên din jî bertek nîşan dan û li wan jî dan. Bi taybetî heqaretên mezin li keyayên gundên wan hatibû qedexe ragihandin kirin. Çêrî dayik û hevjînên me kirin. Pêkanînên salên 90’î anîn serê me. Wek wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin. Her cûre zext û heqaret li me kirin. Îşkenceya salên 90’î hat ber çavê me.”    BI WÊNEYAN GEF LI MALBATAN HAT XWARIN    Gundiyan da zanîn ku malbatên zarokên wan di nava PKK’ê de yek bi yek rakirin pêya û wêneyên endamên HPG’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn nîşanî wan dan. Gundiyan wiha got: “Fermandar Kamîl Aksoy her malbetek radikir ser pêya ji wan re digot ‘ez ê zarokên we jî bînim vî halî. Me çawa van kiriye term, em ê zarokên we jî bikin term.’ Qîr dikir û xeber digotin. Pişt re got li her gundekî sîxûriyek bicih kiriye. Li me fetilî û got ‘jixwe ez ji we bawer nakim. Hûn ne alîgirên me ne. Ez dizanim hûn alîgirên wan in.’ Pişt re wêneyên kesên berê beşdarî çalakiya bûne û vîdeoyên wan derdixist, dipirsî çima tiliyên xwe sekeftinê rakirine û heqaret li wan dikir.”    JI BO NEBIRÎNA DARAN GEF LI KEYAYAN HAT XWARIN    Gundiyan destnîşan kir ku fermendar têkildarî nebirîna daran jî berê xwe daye wan û gotin: “Heqaret li keyayan kir. Aksoy got ‘min ji we re got pêwîste hûn daran bibirin. Çima we nebirî?’ Bi qirika keyayekî girt û got ‘Min ji te re negot tu yê bibirî. Çima te nebirî?’ Keya jî got bi qasî pêdiviyê xwe biriye. Ji keya hat xwestin hemûyan bibire. Fermandar gefên nebaş li keya xwar.”