Ji 21 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin 2019-09-14 09:51:06   WAN  - Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak bi 5 kesan re derket dadgehê û hat girtin.    Di 10'ê Îlonê de navend Wan li Bedlîs, Colemêrg, Amed û Îdir di serdegirtinên malan de Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak jî di nav de 21 endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn binçavkirin. Hemû kesên ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, duh piştî kirariyên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Wanê derketibûn Edliyeya Wanê û lêpirsîna wan a li dozgeriyê pêk hatibû.    Îfadeya rojnameger Hamza Ozkan ku li Amedê hatibû binçavkirin bi rêya SEGBÎS'ê hat girtin. Ozkan piştî îfade dayînê hat berdan.    Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê yê Qelqelî Bûrhan Atmaca, Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê yê Payîzavayê Bahattîn Yavûz, Nesîbe Akdag, Hasan Guven, Seyît Kiliç, Abdûllah Keleş, Dîlan Yildiz, Fîkret Dogan, Mehmet Saît Karabiyik, Vahyeddîn Ûca û Îbrahîm Sûngûr bi daxwaza girtinê, Şefîk Ûmmaz, Ertûgrûl Korkmaz, Esra Babûr, Ahmet Karadenîz, Mehmet Rahîm Pekur, Îhsan Yenîgun, Necmettîn Acar û Mûstafa Ozcan jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê ya Wanê hatin kirin.   Ji 20 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin, Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û rêveberên bajar ên HDP'ê Nesîbe Akdag, Seyît Kiliç, Îbrahîm Sûngûr, Fîkret Dogan û Dîlan Yildiz hatin girtin û 14 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.