Girtiyê ji Doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe 2019-09-14 09:01:05 MÊRDÎN - Di Doza Nisêbînê de, ji girtiyan Ramazn Eroglû hindik maye bi temamî hiş berde, lê belê dîsa nayê berdan. Sewqkirina ji bo nexweşxaneyê Eroglû meh û nîvekê bi derengî hatiye kirin û tê gotin berdana wî girêdayî rapora ku dê bê dayîn.  Li Nisêbîna Mêrdînê, di dema qedexeya derketina derve de di 26'ê Gulana 2016'an de gelek kes hatibûn tayînkirin û paşê hatibûn girtinç Ji van kesan yek jê jî Ramazan Eroglû ye. Eroglû, hindik maye hiş berda. Di 4'ê Îlonê de piştî rewşa Eroglû xirab dibe ji Girtîgeha Tîpa E ya Trbzanê sewqî Nexweşxaneya Nexweşên Damargiriyê ya Bakirkoy a Stenbolê tê kirin.    Eroglû, li nexweşxaneyê di qawîşa girtiyan de tê ragirtin û ligel pirsgirêkên derûnî tê gotin êdî hin titşan ji bîr dike. Eroglû, heftê carekê tenê ji malbata xwe dikare kesekî bibîne. Hat ragihandin ku Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe û hin liv û tevgerên êrîşkariyî lê peyda bûne.    Malbata Eroglû ku kurê wan êdî wan nas nake, xwest kurê wan bê tedawîkirin.    Parêzerên Eroglû jî anîn ziman ku diviya muwekîlê wan meh û nîvek berê sewqî nexweşxaneyê bihatana kirin, lê belê nehatiye kirin. Parêzeran da zanîn ku piştî Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe sewqî nexweşxaneyê hatiye kirine. Parêzeran, got wê berdana Eroglû bi rapora ku piştî tedawiyê bê diyarkirin diyar bibe.    Doza danişîna Eroglû wê di 20'ê Îlonê de li Mêrdînê pêk bê.