Dozger, delegetiya KCD'ê jî sûc hesiband! 2019-09-14 09:00:54 WAN - Di meha Adarê de 25 kesên di avêtina ser amalan de hatibûn binçavkirin, îdianameya der barê wan de hat amadekirin. Ji ber delegeyên KCD'ê bûne hatine tawanbarkirin û tê xwestin 15 sal ceza li wan bê birîn.  Li Wanê di 25'ê Adara 2019'an de bi hinceta endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne, polîsan avêtibû ser mala 25 kesan û ew binçav kiribûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin 8 jê hatibûn girtin 17 jê jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Îdianameya derbarê 25 kesan de hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 25'an jî îdianame qebûl kir. Îdianame ji 80 rûpelî pêk tê. Ji 80 rûpelî 58 rûlek jê ji bo xebatên KCD'ê hatiye veqetandin. Di îdianameyê de hat xwestin her 25 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bên cezakirin ji 6 salan heta 25 salan ceza li wan bê birîn.    Di îdianameyê de, hat diyarkirin ku ji ber kesên hatine binçavkirin delegeyên KCD'ê de, divê bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin. Danişîna doza 25 kesan wê di 25'ê Îlona 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê pêk bê.    MA / Mujdat Can