SGDF’iyan tayînkirina qeyûman şermezar kir 2019-09-13 16:38:27   AMED – Li Amedê komeke ciwanên SGDF’yî ji ber tayînkirina qeyûm, dema li otobusa şaredariyê siwar bûn kart bikar neanîn û banga “em şaredariya xwe teslîmî wan nekin” kirin.    Li dijî tayînkirina qeyûmên ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê çalakî dewam dikin. Komek endamên ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li otobusên şaredariyê siwar bûn û çalakiya nebikaranîna kartên akbîl pêk anîn. Ciwanan bi vê çalakiyê qeyûm protesto kir.    Ciwanên ku li otobûsê siwar bûn gotin: “Yên ku şaredariya me dizine em wan şermezar dikin. Em ê kartan bikar neynin û heqê rê nedin. Heta ku qeyûm biçe jî em akbîlan bikar neynin. Em her roj li Cadeya Lîseyê li dijî qeyûman rûdinên. Hûn jî werin em şaredariyên xwe teslîmî wan nekin.”    Rêwiyên ku di otobûsê de jî piştevaniya ciwanan kir. Ciwanan û rêwiyan li çepikan û dirûşmên “Amed vîna me ye” berz kirin.