Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahir Elçî reş dike? 2019-09-13 16:26:02   AMED -  Baroya Amedê, têkildarî kuştina Tahir Elçî diyar kir ku tespîta Saziya Tipa Edlî bûye mijara niqaşê û wiha got: "Em dixwazin Serdozgeriya Komarê ya Amedê delîlên Saziya Tipa Edlî ji nûve yek bi yek tespît bike û lêkolîn bike.    Baroya Amedê têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di hefteya 193'an de dîsa li pêş Edliyeya Amedê kom bûn û kursiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" ava kirin. Di kursiyê de pankarta "Em te ji bir nakin" vekirin û Elçî bibîr anîn. Di kursiyê de Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, rêveberiyên baroyê û Hevşaredarên Sûrê Filiz Buluttekin û gelek parêzer amade bûn. Di kursiyê de vê hefteyê mijar lêpirsîna der barê dosya kuştina Tahir Elçî de bû. Dîsa gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Baroye de axivîn. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, dubare xwest lêpirsîna der barê Elçî de bi awayekî çalak û lezgîn bê dîtin û ronî bibe.    Endamê Komîsyona Lêpirsîna Tahir Elçî Parêzer Mahsuni Karaman jî diyar kir di daneyên ji Daîreya Îhtîsasa Biyolojiyê de genotipê mêran li ser hatiye dîtin. Karaman, da zanîn ku Saziya Tipa Edlî ev yek pêşkêşî Serokê sîwanê kirine û lê li ser daxwaza serokê sîwanê ev dane ji dosyayê derxistine û dîsa îadeyî Serdozgerê Komarê yê Amedê kirine. Karaman, da zanîn ku te gotin tespîtkirin materyalê mijara îdîayê aydî fetotîpa li ser çeka ku Ugur Yakışır ê dema ber bi polîsan ve direve, avêtiye polîsan, hatiye dîtin.  Karamanş, da zanîn ku çeka aydî Ugur Yakişir ne delîla ku cînayeta Tahir Elçî ronî bike ye û wiha got: "Ugur Yakişir beriya bigêje Mînara Çar Ling çeka ji destê xwe avêt polîsan. Ji ber vê yekê bi wê çekê cînayet nehatiye kirin.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, jî bal kişand ser gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a li dijî Baroya Amedê û got: "Ev êrîş li dijî camiaya hemû hiqûqê û baroyan e.  Em li cem Baroya Amedê ne. Em şopdarê doza Tahîr Elçî ne."