Li pêşiya HDP'ê nîqaşa "Kurê te çekê dike serê kurê min" derket 2019-09-13 16:24:44   AMED - Li pêşiya Avahiya HDP'ê ya Amedê, di navbera malbatên ku çalakiya rûniştinê li dar dixin de nîqaşa "Kurê te çek dike serê kurê min" derket.    Li pêşiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, di navbera malbatên ku bi angaşta zarokên wan "revandine serê çiya" çalakiya rûniştinê li dar dixin de nîqaşa "Kurê te çek dike serê kurê min" derket. Ji Terîqata Îsmaîl Aga hin kes li ser banga Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji Stenbolê hatin Amedê û bi armanca piştgiriya malbatan çûn ber derê avahiya HDP'ê. Endamên terîqatê li ber derê HDP'ê tekbîran dan.    POLISAN KIŞANDINA ÇAPAMENIYÊ ASTENG KIR   Bavê leşker Muslum Altintaş (24) ku di 2'ê Cotmeha 2015'an de li navçeya Pîlemûriyeyê ya Dersimê ji aliyê HPG'iyan ve hat desteserkirin Şevket Altintaş ku ji 5'ê Îlonê ve di çalakiyê de dema axaftina xwe malbateke li kêleka xwe nîşan da û jê re ev tişt got: "Kurê te çek dike serê kurê min. Dê ev rewş heta kuderê bidome." Li ser van gotinan di navbera malbatan de nîqaş derket. Dema nîqaşê polis bi awayekî lez û bez ketin navbera malbat û rojnamegeran û kişandina rojnamegeran asteng kirin.    MALBATAN DAXWAZA PARASTVANAN KIR   Hin malbatên di çalakiyê de diyar kir ku cîranên wan berevajî li wan dinêrin û selamê li wan nakin û li kuçeyê rastî bertekan tên. Hat hînbûn ku van malbatan bi van hinceta ji Walîtiya Amedê parastvanan xwestine û walîtiyê jî polisên parastvan ji van malbatan re peywirdar kiriye.   'EM BÎNAYÊ BIŞEWITÎNIN'   Cemîl Bektaş ku ragihandibû dê heta ku kurê wî bê dest bi rojiya mirinê bike, ji polisan re ev tişt got: "Em vê bînayê bişewitînin." Midurên hin saziyên girêdayî Walîtiya Amedê jî hatin pêşiya HDP'ê û malbatan ji nêz ve şopandin.