Hevşaredarê Pasûrê hat binçavkirin 2019-09-13 15:48:49 AMED – Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş hat binçavkirin.  Hevşaredarê HDP’yî yê Navçeya Pasûrê ya Amedê Mehmet Fatîh Taş li navenda Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat angaştkirin ku Hevşaredar Taş têkildarî teqîna li Pasûrê duh rû dabû hatiye binçavkirin.