Guven bang li dayikên ber HDP’ê kir: Werin hundir em bi hevre aştiyê pêş bixin 2019-09-13 15:44:21 DÎLOK - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bang li dayikên li ber deriyê HDP’ê ya Amedê rûniştine kir û got: “Hûn li ber deriyê HDP’ê çi dikin, ji kerema xwe re bikevin hundirê HDP’ê. Werin em bi hevre şatiyê pêş bixin.” Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bi parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz re rêxistina partiya HDP’ê ya Dîlokê ziyar kir. Guven û Aydenîz li avahiya partiyê ji aliyê Hevserokên Bajêr Muslum Kiliç, Sûltan Bayindir û rêveberiyên partiyê ve hatin pêşwazî kirin.    ‘MIJAR VÎNA GELÊ  KURD TUNE HESIBANDINE’   Guven, di serdana xwe de axivî û wiha got: “Mijar ne tenê tayînkirina qeyûman a 3 şaredariyên Bajarên Mezinin. Mijar vîna gelê Kurd tune hesibandine. Dixwazin li her derê vîna kurdan tune bi hesibînin. Parlementerê gelê Kurd digirin. Qeyûm tanînê şaredariyê gel dikin û dibêjin bila ‘gelê kurd tiştekê nebejin.’ Nexêr, wê kurd her tiştî bêjin. Kurd jî êdî ne Kurdên berê ne. Dibe ku me jî, di demên derbasbûyî de siyasetek bi bandor bi rêve nebir. Lê  êdî em dizanîn. Emê rastiya AKP û MHP’ê hemûyî ji gelê xwe re vebêjin.”    ‘JI DERVEYÎ AŞTIYÊ TU DAXWAZEKE HDP’Ê TUNEYE’   Geven, bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP’ê yên malbat li ber Rêxistina HDP’ê ya Amedê komkirin û wiha bilêv kir: “AKP û MHP’a ku nekarîn bersiva qeyûm bidin civakê, hin malbat arasteyî ber deriyê Rêxistina HDP’ê ya Amedê kirin. Yên ku dayik şandin wê derê, gotin ‘Herin zarokên xwe ji HDP’ê bixwazin.’ Ev 40 sale ev pirsgirêk dewam dike. Ev ciwan bi vîna xwe çûne. Em jî naxwazin kes herin û  jiyana xwe ji dest bidin. HDP ji derveyî aştiyê tu tiştekê din naxwaze. Êdî hemû kes jî vê yekê baş dizane. AKP û MHP ji bo ku heya hilbijartinê hebûna xwe dewam bike, pêdivî bi 4 salan dibîne. Heya 4 salan dixwazin vî şer û kaosê berdewam bikin.”   'KEÇA MIN BÛYE MALÊ GEL'   Guven û yên pê re piştî serdana partiyê ya bajêr, malbata Ayten Beçet a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze di 23’yê Adara 2019’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Oclaan dawî li jiyan xwe anî ziyaret kir. Şandeya çû mala malbata Beçet a li Taxa Guzelvadî ya Dîlokê, ji aliyê bavê Ayten Beçet Sabrî û dayika wê Fatma Beçet ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de, kêliyên xemgîn hatin jiyîn. Dayik Fatma Beçet, diyar kir ku keça wê bûye malê gel û wiha axivî: “Ne tenê keça min, bi hezaran kes di oxira vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Xwedê hemû şehîdên me efû bike. Em bi vê serdana we pir keyfxweş bûn.”   ‘WERIN EM BI HEVRE AŞTIYÊ BINÎN’   Guven, dûre axivî û wiha bilêv kir: “Ji bo ku ciwan jiyana xwe ji dest nedin em têdikoşin. Rêya malbata Beçet ‘aştî û azadiye.’ Vê boneye em dixwazin bang li malbatên li ber deriyê HDP’ê rûniştine bikin. Hûn şaşiyan dikin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Hûn li ber deriyê HDP’ê çi dikin, ji kerema xwe re bikevin hundirê HDP’ê. Werin em bi hevre şatiyê pêş bixin. Ji bo aştî pêk were Ayten û hevalên wê jiyana xwe ji dest dan. Xwestin deriyê Îmralî vebe û Ocalan bi axivin. Dema ew diaxive aştî tê. Ji ber vê yekê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan.”   Guven û şandeya pê re piştî serdana malbatê, gora Beçet a li Goristana Malbatê ya Yeşîlkent ziyaret kirin. Guven qûrnefîl danîn ser gora Beçet û dûa kirin. Guven, dûre ji goristinê veqetiya û ji bo malbata Şenyaşar ziyaret bike, ber bi navçeya Pirsûs a Rihayê ket rê.