Qeyûm otobusa ku ji Amedsporê re hatibû terhaxkirin desteser kir 2019-09-13 15:31:08   AMED - Bi fermana qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, otobusa ku ji bo lîstikvanên fûtbolê yên jin û binesaziya Amedsporê hatibû terxankirin, hat desteserkirin. Di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de jî hema otobus hatibû desteserkirin lê ji ber bertekên zêde yên rayagiştî otobus careke din lê Amedsporê hatibû vegerandin.   Bi fermana Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzelsoy ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, otobusa bi pîleqeya  21 TC 361 ku ji bo lîstikvanên fûtbolê yên jin û binesaziya Amedsporê hatibû terxankirin, hat desteserkirin. Amedsporê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî detserkirina otobusê da û diyar kir ku desteserkirina otobusê ne li gorî berpirsyartiya şaredariyan a piştgiriya werzîşê ye.    Di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de jî hema otobus hatibû desteserkirin lê ji ber bertekên zêde yên rayagiştî otobus careke din lê Amedsporê hatibû vegerandin.