Turmen: Armanca me jiyankirinek bi hev re ye 2019-09-13 15:17:50 STENBOL – Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turmen bal kişand ser peymanek civakî ya di çarçoveya prensîbên demokratîk de pêk were û got: “Armanca me tenê ne îtîfaqa hilbijartinê ye, armanca me ew e em bingehek jiyana bi hev re ava bikin.”  Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), li Odeya Endezyarên Makînê ya Stenbolê ku li Taksîma Stenbolê ye panela bi sernavê “Ji bo qezenckirina demokrasiyê, ji bo peymanek civakî ya nû banga hêza yekîtiyê” li dar xist. Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu,  Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, siyasetmedar Levent Tuzel, Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Serokê EMEP’ê Selma Gurkan, Dadgerê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) Riza Turmen, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr, Prof. Dr. Gencay Gursoy û gelek kesên din beşdarî panelê bûn.    Moderatoriya panelê Nesteren Davutoglu kir. Ayşe Devecîoglu jî belavoka bi sernavê  Ji bo qezenckirina demokrasiyê, ji bo peymanek civakî ya nû banga hêza yekîtiyê” xwend.    ‘TÊKOŞÎNA DEMOKRASİYÊ BERPSIYARIYEK EXLAQÊ YE’    Piştî xwendina belavokê, ji avakarê DÎB’ê û dadgerê berê yê DMME’yê Riza Turmen mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku hilbijartina 31’ê Adarê ji bo hêza demokrasiyê ya Tirkiyeyê bi hev re tevger bike nîşanî wan daye. Turmen bal kişand ser tayînkirina qeyûmên Amed, Mêrdîn û Wanê û cezakirina Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglu û wiha got: “Dema îro em li van geşedanan dinêrin, asta ku rejîma Tirkiyeyê gihîştiyê nîşan dide. Armanca belavoka hatiye amadekirin, îtîfaqa ji bo hilbijartinê hate avakirin divê di çarçoveya prensîbên demokratîk de bibe yek. Ev tiştek girîng e. Dayîna têkoşîna demokrasiyê berpirsiyarek bi exlaqek dixwaze û divê em vê teqez bikin û bibin yek.”    ‘ARMANCA ME BINGEHEK HEVBEŞ E’    Turmen da zanîn ku li Tirkiyeyê pêdivî bi rêxisinbûyek hemû rêxistinên civakî û aliyên civakî bixe bin banê xwe heye û wiha got: “Divê her kes xwe wek vê tûra demorkasiyê ya bê afirandin bike girêk bibîne. Heke ev xebat ji vê yekê re xizmet bike wê pêşiya welat vebibe. Divê yên naşibin me jî em bişibînin xwe. Ji bo vê yekê divê em xwebûnek nû biafirînin. Ji bo vê yekê jî peymakenek civakî hewce ye. Divê di çarçoveyek rêgezên demokratîk de pêk bê. Lazime her kes beşdarî vê peyamana civakî bibe ku em berfireh bibin. Armanca me ne ew bi tenê ye ku em îtîfaq bikin, di heman demê de armanca me ew e em bingeh ku em bi hev re bijîn ava bikin. Heke em tevgerek her kesî di nava xwe de dihewîne bidin destpêkirin ev mifteya serkeftina me ye.”    ‘FERSENDÊN MEZIN DI DEST ME DE HENE’    Turmen anî ziman ku pêwîste ew welate ji rewşa şer û aloz derxin û xweştir bikin û bînin asta jiyanekirinê û got: “Di destên me de fersendên mezin hene. Divê em vê baş bikar bînin. Şaredariyên mezin ketine destê muxalefetê û divê em vê fersendê baş bikar bînin. Heke em fersendên di destên xwe de baş bikar neynin dê siberojê şidet li ser hemû civakê belav bibe.”    ‘HAVÊYN WÊ BIGIRE’    Piştî Turmen, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî got di pêvajoyek wiha de bangek wiha gelek girîng e.    Prof. Dr. Gencey Gursoy ê ji Hewldana Hemwelatiyê jî da zanîn ku hewldan hêvî dide û li gel her tiştî jî wê ev bihevrebûn havêyn bide.    ‘EM BÊN KÊLEKA HEV EM Ê ENCAMÊN BAŞ BIGIRIN’    Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglu jî got: “Cezayê dane min bi qasî mîsqaleyî zere ne girîng e. Li dijî hemû pêkûtî û zextan heke em werin kêleka hev, em ê encamê bigirin.”    ‘DIVÊ GIRÊDANA ME LI KOLANAN JÎ DEWAM BIKE’    Herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigît jî wiha got: “Li pêşiya me gelek cihên bi mayin ên ji êrîaşan re vekirî hene. Ji bo em vê rêyê derbas bikin, lazime girêdana me û sakata me li kolanan jî dewam bike. Heke em bi şiklek rast yekîtiya têkoşînê birêve nebin, dê ev yekîtî birêve neçe. Divê li dijî êrîşên li ser gelê kurd bi awayek xurt deng were derxistin. Em axaftinên Erdogan ên li gel şaredarên bajarên mezin ku wek nerm tê nirxandin, em wek bêtalîhiyê dibînin. Bêyî em serê xwe bitewînin divê em gotina xwe ji pergalê re bêjin. Heke gotinên zirarê bidin ruhê 23’ê Hezîranê neyên kirin, di hilbijartina ewil de em ê serkeftinên mezin bi dest bixin.”