Malbatên esker û polisan ku çapameniya aligir wan nabîne 2019-09-13 15:01:41 AMED - Çapemeniya aligir û navendî ku her roj bi saetan cih didin malbatên li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê çalakî li dar dixin, malbatên leşker û polisan ku di çalakiyê de cih digirin paşguh dikin. Ajansa Anadolûyê (AA) di galerî û kolajên ku têkildarî çalakiya malbatan amade dike de cih nade malbatên leşker û polisan.  Li Amedê, hin malbat bi angaşta ku zarokê wan "revandine serê çiya" di 2'ê Îlonê de li ber Avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî 3 rojan di 5'ê Îlonê de malbatên leşker û polisên ku zarokên wan ji aliyê HPG'ê ve hatine desteserkirin jî tevlî çalakiyê bûn. Lê çapemeniya aligir û navendî ku ji bo şopandina vê çalakiyê hindek maye li ber HDP'ê kon vede, li gel ku di rojên destpêkê de ji bo ku hejmara malbatan zêde nîşan bide mîkrofon dirêjî van malbatan kir jî niha heman malbatan paşguh dike û di weşanên xwe de cih nade wan.    AA Dİ GALERÎ Û KOLAJÊN XWE DE JÎ CIH NADE WAN   Saziya fermî ya dewletê Ajansa Anadolûyê (AA), di galerî û kolajên ku têkildarî çalakiya malbatan amade dike de cih nade tu malbateke leşker û polisan.   Di galeriya wêneyan ku bi îmzeya Hasan Namli hatiye weşandin de tenê wêneyên Remziye Akkoyûn, Fatma Akkûş, Necla Çûr, Salîha Edîzer, Ayşegul Bîçer, Celîl Begdaş, Latîfe Odumlu û Suleyman Aydin cih digirin.    Ev rewş jî nîşan dide ku dewlet ji peyamên ku ji aliyê malbatên leşker û polisên ku hatine desteserkirin ve tên dayîn aciz e.    Rayedarên hikumetê heta niha têkildarî hejmara leşker û polisên ku hatine destserkirin û çapemeniya aligir û navendî li gorî polîtîkayên wê malbatên wan paşguh dike, tu daxuyanî nedaye. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 12 leşker û polis di HPG'ê de ne    Malbatên leşker û polisên desteserkirî, herî dawî di 14'ê Hezîrana 2018'an de bi beşdariya Serokê Giştî yê ÎHD'ê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dabûn û bi civîneke çapemeniyê daxwaz ji PKK'ê kiribûn ku zarokê wan berde.