Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû piştî 2 salan hat berdan 2019-09-13 15:01:08   STENBOL - Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû, piştî 2 salan di doza lê dihat darizandin de hat berdan.    Danişîna doza darizandina Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya berê Çîçek Otlû, endamê ESP’ê Alî Haydar Keleş û Sîdar Balsever li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Otlû, Keleş û Balsever ji girtîgeha lê girtibûn bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên ESP’ê danişîn şopandin.    XWESTIN ŞAHIDÊ NEPEN BÊ GUHDARKIRIN   Şandeya dadgehê berî danişînê ji parêzeran got; “Tiştekê daxwaz nekin. Ji ber ku em ê di vê danişînê de biryar bidin û dosyayê bigirin.” Parêzeran jî, diyar kirin ku ev helwest li dijî binpêkirina mafê darizandinê ye.    DAXWAZA BERDANÊ KIRIN    Çîçek Otlû, ya dest bi parastina xwe kir, wiha got: “Di demên dawî de qatilên jinan yek bi yek tên berdan. Lê ji ber ku ez tevlî çalakiyên li dijî qetilkirinên jinan bûm hatim girtin û hîna jî girtîme. Girtina min bi tu awayî ne hiqûqiye. Ji ber xebatên min ên siyasî ez hatim ceza kirin û girtin. Di dosyeya min de tevlîbûna çalakiyên Dayikên Şemiyê weke sûc hatiye dîtin. Niha  li ber HDP’a Amedê malbat dirûnin. Desthilatdarî hewl dide êşa van malbatan bi kar bîne. Lê ji ber ku min êşa Dayikên Şemiyê parve kir ez hatim girtin. Tu sûcê min tuneye. Ez berdana xwe dixwazim.”    DAXWAZ NEHAT QEBULKIRIN    Parêzer Gulhan Kaya jî, di parastina kir de xwest şahidên nepen bên guhdar kirin û daxwaza berdana muwekîla xwe kir. Şandeya dadgehê hemû daxwaz red kirin, Otlû, Keleş û Balsever bi şertê qedexeya derketin derveyî bajêr û derveyî welat û şertê kontrola edlî berdan. Dadgehê piştî biryara berdana Otlû, Keleş û Balsever danişîn taloqî 13’ê Sibatê kir.