Bavê Efe li ser gora kurê xwe axivî: Maşîna polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt 2019-09-13 14:47:51 AMED - Cenazeyê Efe Tektekîn ê 6 salî polîsan bi maşîna zirxî lê qeliband û kuştin li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Bavê Efe Ahmet Tektekin, li ser gora kurê xwe axivî û wiha got: "Polisan li pêş çava kurê min qetil kir. Salek berê jî polîsan bi TOMA bavê min kuştin.    Cenazeyê zarokê 6 salî Efe Tektekîn ê ku polîsan bi maşîna zirxî li Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê kuşt li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Di 11 mehê de maşîneya zirxî li Efe Tektekîn qelibîbandibû û bi giranî birîndar kiribû. Efe rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Lê Efe şevê din jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî li Goristana Yenîkoyê defin kirin.    Dema cenaze ji morga Nexweşxaneya dewletê girtin Bav Ahmet Tektekin, bertek nîşanî polîsên ku bi maşîna zirxî kurê wî kuşt da û got: “Maşîna polîsan li pêş çavan kurê min qetil kirin. Kurê min 6 salî bû. Ne mêş û morî bû. Çi karê maşîneya zirxî li wir heye. Polîsan çawa kurê min li wir nedît. Salek barê maşîneya TOMA bavê li ronahiyê nesekini û bavê min qetil kirin."    Şahidê bûyerê û xizmên Tektekîn ku nexwestin navê xwe aşkere bike jî bertek nîşan dan û gotin: "Hem dikujin û hem jî bêdeng dikin. Polîsan şahidê bûyerê yê wêne kişandin binçav kirin."    Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Tektekin anîn Goristana Yenîkoyê u li vir bi wecîbeyên olî defin kirin.   Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û got: "Di 10 salên dawî de di encama qezayên maşîneyên zirxî de li herêmê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber kesên bersûc nayên cezakirin bi maşîneyên zirxî mirovan qetil dikin. "   Kalikê Efe Tektekîn Mehmet Tektekin (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de maşîna TOMA lê qelibandibû û kuştibû.