Li Mêrdînê 26 roj: Dem dema yekitiyê ye 2019-09-13 14:09:09 MÊRDÎN - Li Mêrdînê, Nobeta Demokrasi ya li dijî qeyûman di roja 26’emîn de berdewam kir. Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dem dema yekitiyê ye.   Li Mêrdînê, Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî tayînkirina qeyûman da bû dest pê kirin di roja 26'emîn de domiya. Polîsên avahiya HDP’ê ya Bajêr dorpêç kirin, destûr neda Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Omer Ocalan, Îmam Taşçier û Dayikên Aştiyê da ku beşdarî çalakiyê bibin. Heyeta ku hat astengkirin li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Heyeta ku li pêş pankarta "Îradeya gel nayê xespkirin" rûnişt, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Welatiyên ku bi TOMA û wesayetên zirxî hatin dorpêçkirin, bi tilîlî û kilaman çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kirin.    'EV MESELEYA GELÊ KURD E'   Îro Komeleya Nivîskaran a Mêrdînê û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku dê li dijî van polîtikyan têkoşîna xwe bidomîne. Piştre Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier wiha got:"Ev 26 roj in em li dijî qeyûm li vir li berxwe didin. Hemû kes jî dizane ku biryara qeyûman ne rast e. Loma gel bertekên xwe yên li dijî qeyûman didomînin. Mersele merseleya gelê kurd e, mersele merseleya Kurdistanê ye. Kes nikare vê yekê jinedîtîve were. Em ê li dijî van polîtîkayan her dem têkoşîna xwe bidomînin. "   Çalakî piştî axaftinan bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeya "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" bi dawî bû.