Dayîkên Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê nobetê digirin 2019-09-13 13:48:35   MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 58 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome 13 roj in didome. Hîn jî asayîşa PDK’ê bi rojane nexweşên giran jî di nav de nahêle bi sedan karker û welatî derbazî Hewlêrê bibin.   Dorpêç û û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 58 rojin berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 13 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin. Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan. Dayik eşkere dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî berdewam bike. Rojane nexweşên giran ji bo nexweşxaneyê berê xwe didin Hewlêrê, lê asayîş rê nade ti nexweşek derbasî Hewlêrê bibe. Ji ber vê yekê roj bi roj rewşa nexweşan giran dibe.   Duh jî Saziya Tendirustî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmurê) bi daxuyaniyek çapemeniyê dorpêça ku ji aliyê PDK’ê ve ev 58 roj in li ser wargehê berdewam dike, şermezar kiribûn. Saziyê da zanîn ku êdî di peydakirina dermanan de astengî derketine, dermanên pêwist ji bo nexweşan nayên peydakirin.