Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan 2019-09-13 12:42:28   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo xizmên xwe yên li Îmraliyê ziyaret bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Birayê wî Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlum Dinç ji bo duşemê biçin Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbata girtiyê li Îmraliyê Omer Hayri Konar birayê wî Emin Konar, ji malbata Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim û ji malbata Veysi Aktaş xwişka wî Melihe Çetin û keça wî Eylem Çetin bi rêya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.