Li Êlih di mînîbusê de tundî li jinê kir 2019-09-13 12:28:11   ÊLIH - Li Êlihê, di mînîbusekê de zilamekê li ber çavên zarokên wê tundî li jinekê kir. Welatiyên taxê yên bûyer dîtin, bertek nîşan dan.    Li Kolana Doguş a Taxa Huzur a Êlihê, ajokarê mînîbusekê duh bi şev, tundî li jina ku navê wê nehat zanîn û hat gotin ku hevjîna wî ye, kir. Bûyera tundiyê  li ber çavê  zarokên wan hat jiyîn. Welatiyên taxê yên dengê qîrîniya jina rastî tundiyê hat, bertek nîşanî ajokar dan. Ajokarê tundî li jinê kir, li ser bertekên welatiyan, bi jin û zarokên di minibusê de, ber bi Taxa Çamlitepe ve wesayîta xwe bi awayekê lez ajot.    Jina ku bertek nîşanî bûyerê da û nexwest navê xwe bide, bal kişand ser bûyera Emîne Bulut a ku li ber çavên keça xwe ya 10 salî hat kuştin û wiha got: “Divê em li dijî van bûyeran derkevin û dengê xwe bilind bikin. Divê jin xwe biparêzin û neyin eciqandin.”   Derbarê tenduristiya jina ku rastî tundiyê hat de, tu agahî nehatin bi dest xistin.