Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir 2019-09-13 12:10:19   ENQERE - Serokwezîrê Berê Ahmet Davûtoglû ku ji AKP'ê îstifa kir, têkildarî biryara îxraca xwe ya ji AKP'ê ev tişt got: "AKP'ê bi biryara girtiye felseya damezrandina xwe îxrac dike."   Serokwezîrê Berê Ahmet Davûtoglû bi koma ku pê re tevdigere re ji partiya desthilatê AKP'ê îstida kir. Davûtoglû têkilarî îstifakirina xwe daxuyanî da. Parlamenterên berê ku AKP'ê bi Davûtoglû re îxraca wan xwest Selçûk Ozdag, Ayhan Sefer Ustun û Abdullah Başçi û Serokê Berê yê Rêxistina AKP'ê ya Stenbolê Selîm Temûrcî jî tevlî daxuyaniya Davûtoglû bûn. Davûtoglû, têkildarî biryara îxraca xwe ya ji AKP'ê ev tişt got: "AKP'ê bi biryara girtiye felseya damezrandina xwe îxrac dike. Êdî nikarin feyde û çareseriyê ji gel re hilberînin."   PARETIYEKE NÛ AVA DIKE   Davûtoglû di berdewamê de jî biryara avakirina partiyeke nû jî bi van gotinan ragihand: "Derketine rêyeke nû ya siyasî êdî ji bo me bûye berpirsyariyeke dîrokî û ji bo gelê me bûye rewşeke berpirsyar. Em banga gelhevbûna li dora aqlekî hevpar li herkesî dikin."