Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê 2019-09-13 11:41:33   ENQERE – Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkildarî teqîna Pasûrê daxuyanî dan.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî têkildarî teqîna li Navçeya Pasûrê ya Amedê pêk hat daxuyaniya nivîskî dan.    Daxuyaniya Hevserokên HDP’ê wiha ye:   “Em êrîşa li Pasûra Amedê rû da û 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn şermezar dikin.    Em ji yên jiyana xwe ji dest dane re rehmetî dixwazin û ji malbatên wan re û ji gelê me re sersaxiyê dixwazin. Em ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazin.    Ev yek qet nayê qebûlkirin. Divê demildest bi awayek bandor ji bo lêpirsînê gav bên avêtin. Em ji rayedaran dixwazin ku bepirsên vê bûyerê bibînin. Îro hevserokê rêxistina me binçavkirine û bi ser mala hevşaredarê me de girtine. Li şûna lêpirsînek micid li pey operasyonek têgihînê ne. Ev serdegirtin jî îşareta vê yekê ye.    Em dixwazin li her bihosta vê axê aramî û aştî pêk were. Ji bo bibe cihek bi mirovatî were jiyankirin, helwest û sekna me ya siyaseta demokratîk û di qada civakî de tiştên bên kirin zelal e û hewldanên me dewam dikin.”