Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû 2019-09-13 11:37:54   AMED -  Zarokê 6 salî Efe Tektekîn  ê li ser Kolana Emekê ya Rezan a Amedê maşîneya zirxî lê qeliband, jiyana xwe ji dest da. Kalikê Efe Tektek  Mehmet Tektekîn ê 85 salî jî polîs Ugûr K. bi TOMA'yê kuştibû. Dadgehê tenê 2 sal û 9 meh û 10 roj ceza li Ûgûr K. birîbû.    Di 11 mehê de maşîneya zirxî li Kolana Emekê ya Navçeya Rezan a Amedê li Efe Tektekîn qeliband û kuşt. Kalê Tektekîn Mehmet Tektekîn (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de TOMA lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû.  Li Kolana Emekê ya navçeya Rezan a Amedê, dema Mehmet Tektekîn ê 85 salî lambaya sor pêketibû xwest derbasî wî aliyê rê bibe, TOMA'ya polîsan lê qelibîbû û Taştekîn birîndar kiribû. Tektekîn, piştî du rojan li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê ajovanê TOMA'yê polîs Ûgûr K. îfade dabû. Di rapora pêzaniyê de jî hatibû gotin, li gorî dîmenên MOBESE'yê di dema qezayê de nehatiye tespîtkirin ronahiyên çûnhatinê ji bo kîjan kêlekê ve pêketine û li gorî beyana ajovanê wesayîtê Ûgûr K. dema ronahiya kesk pêketiye wesayît derbas bûye û ji ber vê tu binpêkirina pîvanan nehatiye tespîtkirin. Di raporê de hat gotin ku kesên lêkolîn kirine di warê înformatîkê de tu perwedehî negirtine û ne pisporên vê yekê ne.    DI RONAHIYA SOR DE DERBAS BÛYE   Li ser vê der barê Ûgûr K. de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Amedê jî dîmenên MOBESE'yê lêkolîn kirin û di lêkolîna dadgehê de aşkere bû ka bûyer çawa pêk hatiye. Di lêkolînkirina dîmenan de derket holê ku dema ronahiya sor pêketiye TOMA derbas bûye. Dadger, diyar kir ku dîmenên kamerayan û rapora pêzaniyê Ûgûr K. wekî qisûrdar nîşandane û bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar kuştina kes" 2 sal û 6 meh ceza li Ûgûr K. birî. Dadger, ji ber bûyer bi zanebûnî pêk hatiye cezayê Ûgûr K. zêde kir û kir 2 sal û 9 meh û 10 roj.  Dadger, di biryara xwe de destnîşan kir ku ceza bi tu awayî nayê taloqkirin û venaguhere cezayê pereyî. Li ser vê parêzerê bersûc ji bo îtirazê serî li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê da.      Doz li dadgeha îstînafê ye û didome.