Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune' 2019-09-13 11:16:20 RIHA – Di doza Serekaniyê ya 2 polis hatin kutin û "Pêvajoya çareseriyê" bi dawî kir de parêzerê parastinê Huseyin Akay, diyar kir ku di bûyerê de şopa tiliyê polîs Burak Koru hebû, lê di dosyayê de cih nedan lêpirsîna polîs.  Piştî heyeta HDPê çû Îmraliyê, di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Hevdîtina li gel Ocalan di 5’ê Nîsana 2015’an de bi dawî bûn. Pişt re hikumetê konspeta şer xist dewrê û vê pêvajoya şer bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî hikumetê hevdîtin bi dawî kir, DAIŞ’ê di mitînga HDP’ê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de ya Amedê û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî. Piştî teqîna Pirsûsê welat gav bi gav ber bi şer ve hat ajotin. Di van rojên welat ber bi şer ve diçû li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22’ê tîrmeha 2015’an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li mala xwe kuştî hatin dîtin. Vê kuştina polîsan ji bo bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hêncet hat nîşandan û şer hat destpêkirin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di 24’ê Tîrmeha 2015’an de eşkere kir ku wan bi awayek eşkere pêvajoya şer daye destpêkirin.  Di ser kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar re 4 sal borîn. Lê hêj kujerên wan nehatin dîtin. Kuştina van polîsan a nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin aloziyek li pey xwe hişt. Heta niha ev alozî nehatiye ronîkirin. Danişîna doza kuştina wan a dawî di 1'ê Adarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hatibû dîtin. Heyeda 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê, têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar de 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan. Piştî biryarê nehat diyar kirin ku kê 2 polîs kuştine. Kuştina 2 polîsan bi vî rengî fail nediyar bi encam bû.    WALÎ ÎZZETÎN KUÇUK GOTIBU 'POLÎSEKÎ 2 POLÎS KUŞTINE Û ÇÛYE'    Beriya 1'ê îlonê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven têkildarî kuştina du polîsan agahiyên girîng par ve kir. Guven, diyar kir ku dema wê demê bi Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk re hevditin kirin walî gotibû "Di esasê xwe de ew polîs 3 hevalên hev malê bûne. Polîs pev diçin. Yek ji her duyan diqete. Ew polîsê veqetiyeya her du polîsan kuştiye û çûye. Ji ber vê yekê ev bûyer ne siyasî ye, edlî ye.”    PARÊZER: DELÎL HEYE LÊPIRSÎN TUNE   Parêzerê dozê Huseyin Akay, jî anî ziman ku di bûyerê de şopa tiliya polîs Burak Koru hatibû dîtin, lê der barê wî de lêpirsîn nehatiye vekirin. Akay, anî ziman ku wan di destpêkê de jî bi israr got ku bersûc bê sûc in û wiha got: "Di encamê de bersûcê dihatin darizandin beraet kirin. Me ji malbatên polîsan xwest vê dozê bişopînin. Me xwest ji bo kujerên rastîn bên dîtin cemaweriyek bê avakirin. Diviya bû malbat jî bi şopa dozê bikevin. Delîlên şênber hebûn. Me xwest van delîlan li dozyayê zêde bike û lêpirsîn bê destpêkirin. Lê hestiyariyek nehat nîşandan. Niha di pêvajoya îstînafê de bi rêya parêzeran em dişopînin. Me di serî de got 'Me xwest delîlen heyî bê lêkolînkirin.  Me got di rêbaza darizanidnê de pirsgirêk hene. Bi salan e darizandin tê kirin. Lê gavek jî nehatiye avêtin. Bersûc bi salan vala vala girtî hatin darizandin. Naveroka dosyayê vala bû. Delîlên di dosyayê de razger bûn. Delîlên şênber tune bûn. Delîlên heyî jî hatin reşkirin. Dozger tu tişt nekir. Mixabin dozger pir sersar nêzîk bû û delîl kom nekirin. Şaşiyên mezin hene.    ŞOPA TILIYAN HEYE, LÊ EV NEHAT LÊPIRSÎN    Akay, destnîşan kir ku piştî bûyerê şopa tiliya polîs Burak Koru hebû û wiha axivî: "Me xwest şopa tiliya polîs Burak Koru bê lêkolînkirin û îfadeya wî bê girtin. Ji roja ewil de şopa tiliyên polîsan hebû. Lê mixabin serdozgerê wê demê ev delîl li dosyayê zêde nekir. Çend salan şûnde dema dadgehê ji Şaxa TEM'ê pirsa 'Faîl hatin dîtin ya na' Pirsî, derket holê ku şopa tiliya polîs Burak Koru heye. Dema îfadeya Burak Koru digirin jî balkêş e dibêje 'Ez tu carî neçûme wê malê' Divê ev polîs wekî şikdar bê dîtin û li dozyayê bê zêdetirin. Ev delîlê heyî ne delîlek hêsan e. Em hêvî dikin ku daraz gavên ku heqîqetê ronî bike bavêje."