HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin 2019-09-13 11:10:26 ENQERE - DRN'a HDP'ê biryar da ku têkoşîna li hemberî qeyûman bibe metropolên Tirkiyeyê û bi şîara "Dest Nede Vîna Min" kampanya îmzeyan bide destpêkirin.  Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh di bin serokatiya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî de li hev civiya. Rojeva bingehîn a DRN'ê serdana Herêma Federa ya Kurdistanê, tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê û careke din rawestandina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bûn.    DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN    Hat ragihandin ku di serdana berfireh a Herêma Federa ya Kurdistanê de têkildarî yekitiya neteweyî û çareseriya Pirsgirêka Kurd hevdîtinên girîng hatine kirin.    Dîsa hat diyarkirin ku di hevdîtinên Herêma Federa ya Kurdistanê de li hemberî êrîşên li dijî deskeftiyên kurdan li ser sekneke hevpar hatiye rawestandin û têkildarî mijarê bi hikumeta Herêma Federa ya Kurdistanê û partî û rêxistinên siyasî yên herêmê re fikreke hevpar derketiye holê.    Girîngiya berdewamkirina serdanên Herêma Federa ya Kurdistanê hat destnîşankirin.    'DEST NEDE VÎNA MIN'   Biryar hat girtin ku çalakiyên li dijî qeyûman bên berdewamkirin, xeta têkoşînê bê bilindkirin û çalakiyên cuda bên lidarxistin. Hat xwestin ku çalakiyên li Amed, Mêrdîn û Wanê li Metropolên Tirkiyeyê bên berbelavkirin.   Dîsa biryar hat girtin ku li dijî tayînkirina qeyûman bi şîara "Dest Nede Vîna Min" kampanya îmzeyan bê destpêkirin û serlêdana sûc bê kirin.   AKP-MHP'ê ZEMÎNA DIYALOGÊ TERK KIRIN   Hat destnîşankirin ku rawestandina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman girêdayî hev in.    Peyama Ocalan a hevdîtina dawîn, 'Di nav hefteyekê de dikarim îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim, bi xwe bawer im, ji çareseriyê re amade me. Lê divê aqlê dewletê jî tişta pêwîst bike' jî hat nirxandin û hat diyarkirin ku li dijî vê peyamê desthilata AKP-MHP'ê neçareserî û polîtîkayên şer ji xwe re esas girtine.    Hat destnîşankirin ku muxatabê çareseriya Pirsgirêka Kurd Ocalan e, ji bo dawîkirina tecrîdê û destpêkirina axaftina aştiyê pêwîstî bi têkoşînê heye.    WÊNEYÊ TENGAZERIYA AKP'Ê    Banga Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û wezîran a ji bo çûyîna ber derê Avahiya HDP'ê ya Amedê jî weke wêneyê tengazeriya AKP'ê hat nirxandin    MA / Berîvan Altan